Keşîşxaneya Mor Augin di 40 salan de hat talankirin
Keşîşxaneya Mor Augin di 40 salan de hat talankirin
Keşîşxaneya Mor Augin di 40 salan de hat talankirin
Keşîşxaneya Mor Augin a 1700 salî ya li quntarên Çiyayê Bagokê, ku ji bo Suryaniyan demekê keşîşxaneya herî mezin a Rojhilata Navîn bû û hingî 340 rahîp lê wezîfe dikirin, piştî 40 salan jinûve ji îbadetê re hat vekirin.
Piştî koçberiya civaka Suryaniyan a beriya 40 salan, keşîşxane bê xwedî ma û veguherî xirbe. Keşîşxane bi demê re ji aliyê defînegeran ve hat talankirin. Xebatên restorekirina keşîşxaneyê beriya du salan destpê kirin, lê gelek erdên wê ji aliyê gundiyên derdorê ve weke qada çandiniyê tên bikaranîn. Ji bo ev erd dîsa li xwedî were vegerandin, civata Suryaniyan serî li dadgeriyê da.
Keşîşxaneya Mor Augin a li nêzî bajarokê Girêmîra yê navçeya Nisêbînê ye, piştî mîladê di sala 363'an de hat avakirin. Keşîşxane di destpêka sala 1970'yî de bi koçberiya ji ber zextan a li civata Suryaniyan re, bêxwedî ma. Suryaniyên beriya du salan li axa bav û kalên xwe vegeriyan, bi xebatên kadastro re dîtin ku erdê 2 hezar donimî, li ser gundiyên derdorê hatiye qeydkirin.
Keşîşxaneya bi salan hat terikandin, ji aliyê defînegeran ve qul qulî hat kirin, gelek berhemên wê yên dîrokî hatin xerakirin û ji aliyê şivanan ve jî weke hola heywanan bi salan hat bikaranîn. Di heman demê de, erdê keşîşxaneyê ku yekane çavkaniya debara wê ne, li ser navê bi dehan gundiyan hat qeydkirin. Piştî ku ev rastî derket holê, civaka Suryaniyan serî li dadgeriyê da. Piştî ku eşkere bû di nava gundiyên erdê keşîşxaneyê diçînin kesên nêzî BDP'ê jî hene, Civaka Suryaniyan a rêveberiya Weqfa Mor Augin dikin serî li BDP û KCD'ê da. Dûre jî li Dadgeha Ceza ya Esliyê ya Nisêbînê doz vekir.
Li ser navê Weqfa Mor Augin parêzer Serhat Karaşîn doz vekir û diyar kir ku keşîşxaneya Mor Augin di rewşa heyî de ne cihê îbadetê ye û di heman demê de kulliyateke û got, "Ev der ji bo civaka Suryaniyan cihekî gelekî girîng e. Ji bilî keşîşxaneyê, ev der beriya sedan salan bûye cihê perwerde û xwelêgirtinê. 2 hezar donim erdê keşîşxaneyê li ser navê gundiyan di tapûyê de hatiye qeydkirin. Li ser navê weqifê em ketine nava tevgerê. Erdê weqfê dest guhertiye û axa civaka Suryanî, weke cihekî bazirganiyê ji mulkiyeta taybet re hatiye vekirin. Ev ax û diyar ji bo muwekîlên min pîroz in. Ji ber vê yekê, em dixwazin ev ax û erd ji nifşên nû re were hiştin. Ji xwe bendewarî jî ew e ku ev mîrate bê parastin."
Karaşîn da xuyakirin ku di dokûmanên Qeymeqamî û Jendermeyan ên wan weke delîl pêşkêşî dadgehê kirine tê dîtin ku ev erd ê Suryaniyan e û got, "Gava xebatên kadastro hatin kirin, ji ber ku ji civata Suryaniyan kes ne amade bû, li ser navê gundiyan hatiye qeydkirin. Gava Suryanî neçar man koç bikin, erd ji gundên li herêmê re ma û ev 40 sal in ji aliyê van ve tê çandin."
Keşîşxaneya Mor Augin a 800 metre li quntarê Çiyayê Bagokê û beriya 2 hezar salan ji îbadetê re hat vekirin, hînê 2 keşîş lê wezîfeyê dikin. Her roj tûrîstên ji welêt û derveyî welêt jî, tên serdana wê.
Ji ber defîngeran, keşîşxane veguheriye xirbeyekê, lê hînê ji hin aliyan ve li ser piyane. Li Mor Augin'ê ava vexwarinê bi serê xwe pirgirêke. Di demsalên zivistan û biharê de ava li bîran tê bikaranîn, lê di demsala havînê de, pêdiviya avê bi tankeran tê tedarikkirin.
Mor Augin a beriya 1700 salî nêzî 340 rahîbeyên wê hebû û weke cihê rahîp û ezîzên lê dihat gihandin, ji bo civaka Suryaniyan weke Qudisa duyemîn tê dîtin.