Keşf û êrîşên hewanan
Keşf û êrîşên hewanan
Keşf û êrîşên hewanan
Li hemberî herêma Heftanîn a di bin kontrola gerîlayan de êrîşên bi hewanan pêk hatin. Li hin herêmên Metîna û Heftanîn jî balafirên bêmirov keşf pêk anîne. Dîsa li bejahiya Agirî wesayîtên leşkerî yên di nav tevgerê de ji aliyê hêzên HPG’ê ve hatin derbkirin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG), têkildarî tevgera artêşa Tirk agahî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li qadên gerîla keşf dewam dikin, li xeta navçeya Qilaban a Şirnexê û Heftanîn êrîşên topên hewanan pêk hatine û li bejahiya Agirî wesayîtên leşkerî yên di nav tevgerê de hatin derbkirin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê got: "28’ê Îlonê saet di navbera 10:30 û 15:00’an de artêşa dagirker a Tirk li hember herêmên Deriyê Dawetiye, Şehîd Rênas û Şehîd Ronahî yên li ser xeta navçeya Qilaban a Şirnexê û Herêmên Parastinê yên Medya û obus û topên hewanan êrîş pêk anîne.”
Keşf: "Balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker di navbera 28’ê Îlonê saet 21:00 û 29’ê Îlonê (îro) saet 06:00’an de bi armanca keşfê geriyane. Dîsa saet 08:00'an li ser heman herêmê gera balafirên bêmirov ên keşfê didomin.”
Di navbera 28’ê Îlonê saet 17:00 û 29 Îlonê (îro) saet di navbera 07:00’an de balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Metîna geriyane. Dîsa 28’ê Îlonê saet di navbera 22:30 û 23:30 balafirên şer jî li ser herêma Metîna geriyane.
Tevgera li bejahiya Agirî: "27’ê Îlonê saet, 15:00'an hin wesayîtên zirxî yên aîdî artêşa dagirker a Tirk li bejahiya gundên Kire Kor û Kafir tevgeriyane. Gerîlayên me yên ev wesayît ferq kirin ew gulebaran kirine. Di gulebaranê de wesayît hatine derbkirin."