‘Kesên em revandin alîgirên Artêşa Azad û rejîmê bûn’
‘Kesên em revandin alîgirên Artêşa Azad û rejîmê bûn’
‘Kesên em revandin alîgirên Artêşa Azad û rejîmê bûn’
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepa Kurd li Sûriyeyê Mistefa Ferhan ku çend roj berê li ser rêya Serêkaniyê û Til Temirê ji aliyê komeke çekdar ve hatibû revandin, bal kişand ku kesên ew revandine hem alîgirên Artêşa Azad hem jî yên rejîma Sûriyeyê bûn.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepa Kurd li Sûriyeyê Mistefa Ferhan ku di heman demê de Endamê Meclîsa Herêmî ya Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ye, bûyera revandinê ji ANHA’yê re vegot.
Ferhan diyar kir ku, dema wî dixwest biçe bajarê Hesekê li nêzî gundê El-Esfûriyê ji aliyê komeke çekdar ve hatine rawestandin û nasnameyên wan hatine kontrolkirin. Ferhan destnîşan kir ku, piştî kontrola nasnameyan ew birine dibistana gund û li gel hinek kesên din dîl hatine girtin.
Mistefa Ferhan got ku, ew nizane ka koma çekdar a kîjan alî ye, lê di nava wan de hem alîgirên Artêşa Azad hem jî yên rejîmê hebûn û wiha dom kir: “Ya rastî ew bixwe jî nizanin ka gêrêdayî kî ne. Min navê tabûra Umer Bin Xetab bihîst. Navê yekî ji wan Bîbers bû. Dibe ku ji tabûra Xurebaa El-Şam be. Her wiha hinek endamên Meclîsa Eşîrên Ereban jî di nav wan de hebûn."
Ferhan sedema revandina xwe jî bi van gotinan anîn ziman: “Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hin çekdarên ku xwestibûn li bajarê Til Temir tevlîheviyê çêbikin, girtibûn. Lewre vê komê jî li şûna wan em wekî rehîne dîl girtin.”
Ferhan got ku, ew bi alîkariya Meclîsa Herêmî ya Sivîl a Serêkaniyê û rûspiyên herêmê ji destê koma çekdar hatiye azadkirin.