Kerîm: Talabanî jî dirêjkirina Serokatiya Herêmê erê kir
Kerîm: Talabanî jî dirêjkirina Serokatiya Herêmê erê kir
Kerîm: Talabanî jî dirêjkirina Serokatiya Herêmê erê kir
Endamê Polîtburoya YNK’ê û parêzgarê Kerkûkê û her wiha dixtorê taybet yê Serok Komarê Îraqê Celal Talabanî, Dr Necmedîn Kerîm da diyar kirin ku, dirêj kirina Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser pêşniyara PDK’ê hat dirêj kirin.
Li gorî nûçeya di Rojnameya Awêne de hate belavkirin de, Dr Necmedîn Kerîm da diyar kirin ku: “ Xeberê Serok Komarê Îraqê Celal Talabanî ji dirêj kirina Serokatiya Herêma Kurdistan heye û bi xwe erê kiriye.” Her wiha heman çavkanî dide diyar kirin ku, “Kesê ku li gel Celal Talabanî ango li nexweşxanê bi riya telefonê erê kirina Serokkomarê Iraqê girtine.”
Dr. Necmedîn Kerîm di berdewam axaftinê xwe de destnîşan kirin “ Dirêjkirina Serokatiya Herêmê ji bo pêwistî dîtina mijara li ser vegeryana destûra bingehin li parlementoyê wan li hev kiriye”. Her wiha Kerim da diyar kirin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)’ê pêşniyar kir û wan erê kir.
Dr. Necmedîn Kerîm îdia kir ku, biryara dirêjkirina Serokatiya Herêmê Başûrê Kurdistanê di berjewendiyê gelê Kurdistanê ye. Kerîm parast ku, “Pirsgirêka dirêjkirina Serokatiya Herêmê aramî û paş de xistin ji vê yekê baştire ku bibe pirsgirêka siyasî û qeyranekê bi xwe re bine.”