KCK: Pêwîste Tirkiye bi komkujiya Ermeniyan re rû bi rû were

KCK: Pêwîste Tirkiye bi komkujiya Ermeniyan re rû bi rû were

Komîteya Bawerî û Kêmnetewan ya KCK’ê di daxuyaniya ku biwesîleya 98’mîn salvegera komkujiya Ermeniyan ku daxuyanyek weşand û got: “Dewleta Tirkiye divê di serî de bi komkujiya Ermeniyan û komkujî Elewî, Kurd û Êzidiyan re rûbirû were û ji wan gelan lêborîna xwe bixwaze.”

Komîteya Bawerî û kêmenetewan ya KCK’ê di daxuaniya ku weşand de destnîşan kir ku, bi komkujiya Ermaniyan re aştî, biratî û xweşbînî hatiye qetilkirin. Di daxuyaniyê de hate dstnîşnakirin ku, têkoşîna ku tevgera azadiya Kurd ev 40 sale pêş dixe, netenê ji bo gelê Kurd di heman demê de jib o Ermenî, Elewî, Asûrî, Suryanî, Keldanî, Êzidî, Ereb, Tirk û Faris û her wiha jib o tevayi civakên ku di vê xakê de dijîn, têkoşîneke hevpare.

Daxuyaniya Komîteya KCK’ê wiha ye: “Komkujiya ku di sala 1915’an de li hemberî gelê Ermenî pêkhat, bûyereke herî trajîk ya ku dîrokê jêre şahidî kiriye. Bivê komkujiyê împaratoriya Osmanî bi milyonan Ermenî ji xaka wan ya hezar salan bi tundî û zorê koçber kiriye û bi sedhezaran jî qetilkiriye. Êş û azarên ku gelê Ermenî bi vê komkujiyê dîtiye ev qasî mezine ku mirov nikare hesab bike. Di sala 98’mîn salvegera komkujiyê de vê komkujiya ku li hemberî gelê Ermenî pêkhat, bi tundî şermezar dikin, li hemberî kesênku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, birêz bejna xwe di tewînin. Êş û xemgîniya gelê Ermenî parve dikin.

BI KOMKUJIYA ERMENIYAN RE BIRATÎ Û XWEŞBÎNÎHATIYE QETILKIRIN

Gelê Ermenî ku yek ji gelên qedîm ê vê erdnîgariyê ye. Di pêşxistina anatolya, mezopotamya û qafqasyayê de xwedî kedeke mezine. Cûkên avê yên herî mezin wan avakiriye, dîwarên herî saxlem wan bilind kirine, berhemên herî mezin ji bo çanda antolya û mezopamyayê diyarî gelan kirine. Ew erdnîgarî bi çandiyê pêşxistine, bi hilberandina berheman çandên cûda veguhestine erdnîgariyên cûda. Gelê Ermenî di heman demê de çand, zanebûn aştî û biratî jî pêşxistin. Ji ber van sedeman ên di salên 1915’an de hatin qetikirin netenê gelê Ermenî bû, aştî biratî û xweşbînî hatibû qetilkirin, bi vê komkujiyê re cûk û xak zuha bûn û rê bê mirov man.

TEKOŞÎNA PKK’Ê NETENÊ JI BO GELÊ KURDE...

Çemka ku di sala 1915’an de Ermenî qetilkirin, paşê Kurd, Elewî, Asûrî, Suryanî, Keldanî û Êzidî jî bikomkujiyan bi polîtîkayên înkar îmhayê zext li ser wan pêşxist, anatolya û mezopotamya kirin mîna çolekê. Tevgera azadiya Kurd li hember vê çolbûnê weke tevgereke serhildanê derket holê û li gorî armanca derketina xwe tevayî dewlemendiyên anatolya û mezopotamyayê di bin banê xwe de aniye gel hev. Aram Tîgran di vê dewlemendiyê de bûye nîşaneya ku, nûnertiya civaka Ermeniyan dike. Tevgera azadiya Kurd bi tekoşîna xwe ya ku di van 40salên dawî de pêşxistiye netenê ji bo gelê Kurd ji bo Ermenî, Elewî, Asûr, Suryanî, Keldanî, Êzidî, Ereb, Tirk û Fars û her wiha ji bo civakên bawerî û gelan jî têkoşîneke hevpare. Ji xwe tevayî ev civak û bawerî di aliyê madî û manewî de kedkariyek mezin ji bo vê tekoşînê kirine. Ji lewra tevayî gelên anatolya û mezopotamyayê xwediyê vê tekoşlînê ne.

PÊWÎSTE DEWLET BIKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ WERE Û JI GELAN LÊBORÎNÊ BIXWAZE

Pêvajoya rizgariya demokratîk ya li Tirkiyeyê destpê kiriye, di heman demê de pêvajoyeke ku bi tevayî komên baweriyan û gelên anatolya ûmezopotamyayê re pêkve ketin vê pêvajoyê. Ji ber vê sedemê di vê pêvajoyê de, divê tevayî beşên civakî bi dengekî bilind daxwazên xwe yên demokratîk bînin ziman û zemîneke têkoşîneke hevpar ava bikin, bi têkoşîneke rêxistin kirî, dewletê ji her alî ve dorpêç bikin û dewletê neçar bikin ku, daxwazên wan bîne cih. Dema ku mirov bi demênborî re rû bi rû were, ji bo serkeftina vê pêvajoyê û di heman demê de ji bo neheqiyên ku di dîrokê de çêbûne, careke din dubare nekin, xusûseke herî bingehîne. Ji ber vê sedemê dewleta Tirkiyeyê di serî bi komkujiya Ermeniyan komkujiya Elewiyan, Kurd û Êzidiyan re rû bi rû were û ji wan gelan lêborînê bixwaze. Tevayî mexdûrên dewletê jî divê vê atmosfera pozîtîf ya ku vê pêvajoyê pêşxistiye baş binirxînin û dewletê neçar bikin ku, bi demboriya xwe ya bixwîn û tarî re rû bi rû were. Em biwesîleya 98’mîn salvegera komkujiya Ermeniyan bang dikin ku, tevayî gel û civakên baweriyan di zemîneke hevpar de, li hemberî dewletê têkoşînê pêş bixin, kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane birêz û hurmet biminet bibîrtînin.”