KCK: Name gihişt me
KCK: Name gihişt me
KCK: Name gihişt me
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihiştiye wan.
Li Qadên Parastina Medya heyeta BDP’ê ji aliyê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan û endamê Konseya Rêveber Sabrî Ok, Ronahî Serhat ve hat pêşwazîkirin û li vir bi rayedarên KCK’ê re civînek pêk anîn. Piştî nîqaşa ku hate kirin heyeta BDP’ê name radestî heyeta KCK’ê kir û ji Qadên Parastina Medya veqetiyan.
NAMEYA 5 RÛPEL
Yekemîn nameya Ocalan ya ji Qendîlê re şandibû di 1’ê Adarê de ji aliyê heyeta ji BDP û KCD’iyan ve pêk dihate radestî heyeta KCK’ê hatibû kirin. Nameya ku ji 20 rûpelî pêk dihat ji aliyê Rêveberiya KCK’ê ve hate nirxandin û nameya xwe ya wek bersiv di 13’ê Adarê de şandibû. Ocalan ku di nêrînên Qendîl, Ewropa û BDP’ê girtibû, di Newroza Amedê ya Dîrokî de peyamek dîrok da. Piştî Peyamê nêrînên hemû aliyan yên hemû parçeyên Kurdistanê û giritbû û di 23’ê Adarê de KCK’ê agirbest îlan kir. Rêveberiya KCK’ê di 5’ê Nîsanê de nameya duyemîn girt û di 8’ê Nîsanê de Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureya Onder jî têde heyeta BDP’ê nameya ji 6 rûpelî pêk dihat ji KCK’ê teslîm girt.
Pêvajoya ku ji aliyê hemû cîhanê ve bi awayekî baldarî tê şopandin, piştî ku sêyemîn nameya 5 rûpelî gihişt ber destê KCK’ê, KCK’ê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya ku gihişt ber destê ANF’ê wiha ye: “Di 14’ê Nîsanê de heyeta BDP’ê ku bi serokatiya me re hevdîtin, nameya ku serokatiyê dabû gihandin ber destê me. nameya ku ji bo pêvajoyê gelek girînge dê ji aliyê me ve di demek kurt de bi daxuyaniyek çapemeniyê bê nirxandin.”