KCK: Konferansa Amedê wê bibe navgîna qanûndanînê

KCK: Konferansa Amedê wê bibe navgîna qanûndanînê

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê silav li "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" kir, ku wê sibê li Amedê destpê bike û got, "Konferans wê bibe mîna navgîneke qanûndanînê. Bi zelalkirina perspektîfa gelê Kurd a çareseriya demokratîk re, wê feydeyeke girîng li pêvajoyê bike."

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li dijî biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya der heqê komkujiya Roboskî de biryara "ne wezîfeya wan e" da nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir, ku ev yek hewldanek ji bo nixumandina komkujiyê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev helwest ji bo veşartina berpirsyarên komkujiyê û pêşgirtina li hesappirsînê ye."

KCK'ê bal kişand ser êrişên hêzên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê ku hin caran yekser bi xwe hin caran jî bi destê çeteyan dide kirin û bang li gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê kir ku bibe yekitî û ji dewleta Tirk jî xwest, dawî li êrişên xwe bîne.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniyekê, "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" sibê li Amedê destpê bike, Berxwedana Parqa Gezî, Şerên li bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê û êrişên artêşa Tirk nirxand.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku pêvajoya çareseriyê ya di encama hevîtin û diyaloga navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewlet Tirk de destpê kir, di roja îro de gihaştiye nuqteyeke krîtîk û got, "Di vê dema ku qonaxa duyemîn destpê kiriye de, ppêkhatina platformeke gelê Kurd temsîl dike, ji bo pêvajoyê gelekî girîng e. Di vê pêvajoya dîrokî de, kombûna "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" rewş û bûyereke giranbuhaye."

"DIVÊ KONFERANS DEWAM BIKE"

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kongreya Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê"  ku wê bi beşdariya hemû dedorên siyasî, komên bawerî, rêxistinên civakî yên sivîl û gelên li Kurdistanê dijîn pêk were, wê bibe mîna navgîneke qanûndanînê. Bi zelalkirina perspektîfa gelê Kurd a çareseriya demokratîk re, wê feydeyeke girîng li pêvajoyê bike. Aliyê Kurd çareseriyeke çawa dixwaze, armanca wan çiye, di asta destûra bingehîn de guhertineke çawa dixwaze? Di mijarên bi vî rengî de wê konferans projeyek li ser çareseriyê ava bike û girîng e vê projeya xwe ya li ser pêvajoya diyalogê ji raya giştî re eşkere bike."

KCK di daxuyaniya xwe de ragihand, ku divê ev konferans weke konferanseke aştiyê heta çareseriyê dewam bike, dem bi dem li hev kom bibe, rêveçûna pêvajoya çareseriyê binirxîne û weha dewam kir:

"Eger ev konferans, weke konferansa çareseriyê, heta dawiya çareseriyê bixebite, dem bi dem civînên xwe lidar bixe, rêveçûnan pêvajoyê binirxîne, kar û barên dikevin ser milên aliyê dewleta Tirk û aliyê Kurd kifş bike û ji raya giştî re eşkere bike, wê bibe hêzeke girîng ji bo çareseriya demokratîk. Di vê çarçoveyê de em bawer dikin, ku konferans, wê di çarenûsa gelê me de roleke giring bileyze û em ji Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê re serketinê dixwazin.

"BIRYARA DOZGERIYÊ, HEWLDANA NIXUMANDINA KOMKUJIYÊ YE"

Li ser bingeha banga Rêber Ap û biryardariya gel û tevgera me, weke aliyê Kurd me hemû berpirsyariyên xwe yên ji bo Pêvajoya Çareseriya Demokratîk bicih anîne, lê li gel vê rewşê jî dewleta Tirk berpirsyariyên xwe bicih neaniye. Tevî gelek helwestên li dijî pêvajoyê, asta ku doza komkujiya Roboskî gihaştiye, vê rastiyê piştrast dike. Tevî ku ji alî ve tê zanîn ev komkujî bi zanebûn hatiye kirin, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta "Bi texsîr rê li ber mirinê vekiriye" biryara bêwezîfeyê da û dosya radestî dozgeriya leşkerî kir. Ev yek ji bilî nixumandina komkujiyê ne tiştek e. Di wicdanê gelê Kurd û mirovahiyê de ev yek nayê qebûlkirin. Ev biryara dozgeriyê her weha li dijî giyana pêvajoya çareseriyê ye."

"BERXWEDANA GEZÎ ENCAMÊN GIRÎNG DERXIST HOLÊ"

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku li dora berxwedana Parqa Gezî, refleks û têkoşîna civakî gihaştiye asteke girîng û got, "Berxwedana hêzên demokrasî û gelan a 18 roj in dewam dike, tevî şehîd û birîndaran, îro gihaştiye asteke bilind û encamên girîng bi xwe re aniye. Ev yek, di dîroka demokrasiyê ya Tirkiyê de tê wateya destpêkeke nû. Ev nerazîbûn û helwesta civakî ya li dijî pêkanînên tekane, otorîter, zexdar ên hukûmeta AKP'ê, meşa pêşerojê ya ciwanên Tirkiyê û civakê nîşan dide. Di afirandina vê rewşê de, rola kevneşopiya têkoşîna gelê Kurdistanê, tevlêbûna xurt a gelê Kurd û pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpê kirine, heye. Di asta niha de divê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê têkoşîna xwe bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re bikin yek û ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê hîn bêtir li ber xwe bidin."

 ‘DEWLETA TIRK DEST JI ERÎŞÊN LI HEMBERÎ DESTKETIYÊN GELÊ ROJAVA BERNEDAYE’

Serokatiya Konseya Rêveber destnîşan kir ku şoreşa  gelê Kurd a li Rojava pêk aniye destketiyên girîng bi xwe re anîne û wiha domand:  “Derdorên ku ev serketin û destketiyên gelê me hezm nakin bi tifaqên qirêj di astên cur bi cur de êrîşan dikin. Bi taybet herî dawî  hin komên çekdar ên xwe weke Artêşa Azad a Sûriyeyê didin naskirin ku êrîşî herêma Kurdistan dikin û hewl didin herêma Efrînê dorpêç bikin û bi vê ve girêdayî hêzên dewleta Tirk jî ku êrîşî gundê  Mele Xelîl ê girêdayî navçeya Cindirês a Efrînê kirin rewşeke balkêş e. Tê dîtin ku, dewleta Tirk bi çeteyên girêdayî xwe re dest ji polîtîkayên êrîşkar ên li hemberî destketiyên gele me yê Rojava bernedaye.  Lê belê biryardarî, cesaret û berxwedana hêzên YPG’ê û gelê me yên li hemberî van tifaqên qirêj û komployan dîrokî ne. Di roja me de berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî van êrîşan sekneke mirovâhî  û nirxeke mezin ê tijî rûmet û heysiyet e. Divê her kes bizane gelê Efrînê ne bi tenê ye.  Wezîfeyeke mirovahiyê û ya herî esasî ya welatparêziyê ye ku tevayî gelê Kurdistan bi berxwedana lehengtiyê ya gelê Efrînê re bikeve nav piştevaniyê. 

Di pêvajoyeke ku gelê Kurd ê welatparêz li Efrînê li hemberî dorpêçkirin û zorbekariyê  berxwedaneke dîrokî pêş dixe, Hukûmeta Federe ya Başûrê Kurdistanê bi hêzeke pêşmergeyan a ji 3 hezar kesan pêk tê ku sînor girtiyê bi tu awayî mirov nikare wek welatparêzî û Kurditiyê terîf bike û pêve girê bide. Gelê me yê Rojava tevî şert û mercên zehmet jî ku li hemberî cur bi cur êrîşên tên pêşxistin li ber xwe dide, Hukûmeta Herêmî ya Kurdistan di cepheya xwe de ji bo zextan çêbike û ya xwe bide ferzkirin divê serî li şêwazekî wer nede. Wek  KCK’ê em bang dikin ku Hukûmeta Başûrê Kurdistan ji hewldanên dorpêçkirina Rojavayê Kurdistanê re nebe destek, tavilê dorpêçkirina li ser sînor rake û ji berxwedana bi lehengtî ya gelê Rojava ya li hemberî êrîşan pêş dixe re piştevaniyê  bike”