KCK: Êrîş dê li pêşiya vînbûyîna Kurdan nebe asteng
KCK: Êrîş dê li pêşiya vînbûyîna Kurdan nebe asteng
KCK: Êrîş dê li pêşiya vînbûyîna Kurdan nebe asteng
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê nifir li êrîşa li Kobanê anî. KCK'ê got, "Yên ku dijminahiya şoreşa Rojava dikin ev komkujî kirine" û bal kişand ku êrîş li nêzî sînorê Tirkiyê li Kobanê rû daye. KCK'ê got, "Heta ku dijminahiya Tirkiyê ya li hemberî Rojava dewam bike, dê ji van tawanbariyan xelas nebe. Diyare ku di serî de Tirkiye her kesên naxwazin Kurd bibin xwedî maf, piştgiriyê didin van êrîşan." KCK'ê da xuyakirin ku dê êrîş negihêje armanca xwe û destnîşan kir ku ev komkujî wê têkoşîna azadî û yekitiya gelê Rojavayê Kurdistanê bilind bike. Berevajî daxwazên kiryar û piştevanên vê komkujiyê, dê vîna jiyana demokratîk û azad xurtir bibe. Di rojên êrîşê de destnîşankirina vîna rêveberiya xweser a demokratîk, vê yekê nîşan dide."
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê, der barê komkujiya Kobanê ya di encamê de 5 jê zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dan de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku weke kiryarên êrîşê komên bi maskeya Îslamî û hin nokerên xayin ên Kurd tên nîşandan û bal hat kişandin ser gumanên der heqê Tirkiyê de.
Hat destnîşan kirin ku dewleta Tirk beriya her kesî li dijî dazxwaza gelê Rojava ya ji bo avakirina rêveberiyeke xweser û demokratîk derket, ev yek nîşaneya herî berçav a vê dijminahiyê ye.
Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:
"Em êrîşa li Kobanê şermezar dikin, ji malbatên şehîdan re sersaxî ji birîndaran re jî şifa xêrê dixwazin. Ev komkujî ji aliyê ew hêzên dijminahiya şoreşa Rojava dikin ve hatiye kirin. Yên ku li hemberî şoreşa Rojava têk çûn, êrîşeke bi vî rengî ya li derveyî mirovahiyê û tirsonek, pêk anîne. Yên ku nekarî xwe li pêşiya hêzên şoreşger ên Rojava bigirin, serî li êrîşeke bi vî rengî ya bêbext dane.
Her kê ev komkujî kiribe, diyare dijminê mirovahiyê ye. Yên ku êrîşî zarok, jin, kal, pîr dikin, ne însan in. Tê gotin ku êrîş ji aliyê komên bi maskeya Îslamê û hin Kurdên xayîn hatiey kirin. Yên ku bi navê Îslamê çalakiyên bi vî rengî dikin, ne Musliman in. Ew Îslama desthilatdariyê ne, Îslama dewletê ne. Îslama Mûaviye ne ku Hz. Huseyîn li Kerbela qetil kirin. Îslama dijber in. Qetilkirina Kurd û Erebên bi baweriya Îslamê, nasnameya van kujeran radixe pêş çavan.
Ji wan kesên ku di bin navê Îslamê de mizgeftê bombebaran dike, herî zêde gelê Musliman ne razî ye. Di roja îro de li gelemperiya cîhanê, cihê ku lê li dijî sivîlan êrîşên bombeyî tên kirin Rojhilata Navîn e. Yên ku Rojhilata Navîn weke qada çalakiya li dijî sivîlan nîşanî cîhana derve didin, bêguman dijberên Îslamê ne. Encax dijminek dikare dînekî xîtabî maf, edalet, wicdan, aştî û mirovahiyê dike, bixe rewşeke bi vî rengî. Rêberê Gelê Kurd ji bo vê siya li ser Îslamê rake, Konferansa Îslamê ya Demokratîk pêşniyar kiriye. Bi vî rengî wê Îslama çandî ya demokratîk û yên li dijî mirovahiyê çalakiyan dikin, ji hev bên cudakirin. Îslam bi vî rengî dikare bibe xwedî karektera maf, edalet, wicdan û aştiyane.
Ji ber ku cihê komkujî lê hatiye kirin Kobanê li ser sînorê Tirkiyê ye, fikar û gumanên der heqê Tirkiyê de zêdetir kirine. Desteka Tirkiyê ya ji bo çeteyên bi maskeya Îslamê êrîşî şoreşa Rojava dikin, diyar e. Dîsa diyare ku Tirkiye piştgiriyê dide komeke marjînal a dijminê PYD'ê. Her wiha tê gotin ku hin komên marjînal ên Kurd alîkariyê didin çeteyên bi maskeya Îslamê. Heta ku dijminahiya Tirkiyê ya li hemberî şoreşa Rojava dewam bike, dê nikaribe xwe ji van tawanbariyan rizgar bike. Di serî de Tirkiye, piştgiriya hêzên naxwazin Kurd bibin xwedî maf a ji bo van êrîşan, li pêş çavan e.
Dewleta Tirk hêza yekemîn e ku li dijî daxwaza avakirina rêveberiyeke xweser û demokratîk a gelê Kurd li Rojava derket û ev yek nîşaneya berçav a vê dijminahiya wê ye. Tirkiye li Balkanan an jî li devereke din a cîhanê piştgiriyê dide kom an jî civatên nêzî xwe dewletê ava bike. Lê belê bi tundî li dijî avabûna rêveberiya xweser a Kurdên li Rojava derdikeve. Ev yek di heman demê de nêrîna Tirkiyê ya li Kurdan nîşan dide. Ji xwe ji ber ku Tirkiye di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî vînekê nîne, heta niha bersiv nedaye gavên Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê avêtine.
Ev komkujî dê têkoşîna azadî û yekitiyê ya gelê Rojavayê Kurdistanê bilindtir bike. Berevajî daxwazên kiryar û piştevanên vê komkujiyê, dê vîna jiyana demokratîk û azad xurtir bibe. Di rojên êrîşê de destnîşankirina vîna rêveberiya xweser a demokratîk, vê yekê nîşan dide.
Em careke din bang li welatên herêmê û hemû dijminên Kurdan dikin: Kurd yek ji gelên herî kevnare yê Rojhilata Navîn e. Mîna her civakê mafê vî gelî heye ku bi azadî û demokratîk bijî. Divê hemû welat û neteweyên herêmê hurmetê ji vê vîna gel nîşan bidin û feydê bidin aramî û aştiya li Rojhilata Navîn. Jiyana demokratîk û azad a Kurdan di serî de li welatên lê dijîn, wê aştî, demokrasî û azadiyê bîne tevahiya Rojhilata Navîn."