KCK: Emê çavên xwe li zextên faşîzan negirin
KCK: Emê çavên xwe li zextên faşîzan negirin
KCK: Emê çavên xwe li zextên faşîzan negirin
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li dijî hovîtiya li Licê û zextên di xwepêşandanên şermezarkirinê de hatin kirin, nerazîbûneke tund nîşan da û got, "Divê deshilatdariya AKP'ê vê baş bizanibe; Gelê Kurd wê tinekirin, teslîm girtin û bêdengiyê ti carî qebûl neke. Emê çavên xwe li zextên faşîzan ên li gelê me tên kirin negirin û bêdeng nemînin."
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li dijî hovîtiya li Licê û zextên di xwepêşandanên şermezarkirinê de hatin kirin, nerazîbûneke tund nîşan da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Amedê zexteke giran hatiye kirin û hat destnîşank irin ku ewê li hemberî van zextên faşîzan çavên xwe negirin û bang li gel jî hat kirin ku li her derê çalakiyên xwe yên demokratîk-siyasî-rewa bilind bike.
Di daxuyaniya Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de ev xal hatin destnîşankirin:
"Deshilatdariya AKP'ê ya divê di qonaxa duyemîn a Pêvajoya Çareseriya Demokratîk de gavan biavêje, bi êrişên rojên dawî re, ketiye nava helwesteke baweriyê dişkîne û gumanan diafirîne. Di dewsa ku li gorî pêvajoyê gavan biavêje de, di nava nêzîkatî, rêbaz û zimanekî ku qet bawerî û hêviyê nade, de ye. Di Pêvajoya Çareseriya Demokratîk de, çêkirina qereqolên nû, avakirina bendavan û zêdekirina hejmara cerdevanan, bi awayekî xwezayî fikar û gumanan li nava beşên cûda yên civakê diafirîne.
Gelê Kurd li hemberî çêkirina qereqolên nû nerazîbûna xwe nîşan da. Li gel mafdariya vê nerazîbûnê, ev helwesta gelê Kurd nîşan dide ku çiqasî xwedî li Pêvajoya Çareseriya Demokatîk derdikeve û ji bo serketina pêvajoyê çiqasî biryardar e. Eger deshilatdariya AKP'ê bi rastî alîgirê çareseriya aştiyane û demokratîk be, divê tavilê çêkirina qereqolên nû, avakirina bendavan û zêdekirina hejmara cerdevanan rawestîne. Gelo mejiyekî desthilatdariyê yê hînê nikare xwe li nerazîbûna demokratîk a gel rabigire, wê bi çi rengî pêvajoya çareseriyê bi rêve bibe! Ji xwe siyaseta demokatîk, ma ne çalakiyên mîna meş û civînan e. Mejiyê ku li Licê ciwanê Kurd Medenî Yildirim kuşt û yê li Enqerê Ethem Sarisuluk kuşt, heman mejî ye.
Bi polîtîkayên mîna li Licê hat dîtin, pêvajoya çareseriyê nayê meşandin. Gelê Kurdistanê, bi berdêlê di 30 salên şer de daye, bi lehengî û têgihiştina xwe ya siyasî, bêguman wê zanibe li ber xwe bide. Divê deshilatdariya AKP'ê vê baş bizanibe; Gelê Kurd wê teslîmgirtin û bêdengiyê ti carî qebûl neke. Bila herkes bizanibe ku, weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê emê çavên xwe li zextên faşîzan û dijwariya li dijî gelê xwe, negirin. Emê li hemberî vê bêdeng nemînin. Di têkoşîna demokrasiyê de li gel biryardariya çalakiyên demokratîk, her şêweyên êrişan wê bi pêlên nû yên berxwedanê bên pêşwazîkirin.
Duh li dijî gelê me yê li Amedê zexteke giran hatiye kirin. 3 jê giran 10 Kurdên me yên welatparêz birîndar bûne. Di serî de gelê Amedê, divê tevahiya gelê Kurdistanê li dijî êrişên deshilatdariya AKP'ê ya gihaştiye asta komkujiyê, li her deverê çalakiyên xwe yên demokratîk-siyasî û rewa mezin bikin.
Berî niha bi 20 salan li Madimakê 34 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên giranbuha, ji aliyê hêzên bi teşwîka dewleta Tirk bi xwe, bi hovane hatin kuştin. Ev komkujî di heman demê de komkujiyek li dijî civata Elewiyan bû. Em komkujiya Sêwas-Madimakê careke din lanet dikin û 34 mirovên giranbuha bi rêzdarî bibîr tînin."