KCK'ê xwest heyeteke doktorên serbixwe biçe Îmraliyê
KCK'ê xwest heyeteke doktorên serbixwe biçe Îmraliyê
KCK'ê xwest heyeteke doktorên serbixwe biçe Îmraliyê
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li hukûmeta AKP'ê kir ku, ji bo muayenekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfetan biafirîne. KCK'ê der heqê rewşa tenduristiyê ya Ocalan de banga hestiyariyê kir.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê bal hat kişandin ser ragirtina 14 salan a Ocalan li Îmraliyê û hat gotin, "Me fêhmkirin ku rewşa tenduristiya Rêberê me derketiye asteke ciddî. Tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê me, ji bo tevgera me û gelê me xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ji ber vê yekê, tenduristî û ewlekariya Rêber Apo, beriya her tiştî di bin berpirsyariya dewleta Tirk û hukûmeta AKP'ê de ye."
KCK'ê da xuyakirin ku parastina rewşa tenduristiya Ocalan, di warê ewlehiya pêvajo û pêşerojê de, xwedî girîngiyeke jiyanî ye got, "Tê zanîn ku Rêber Apo heyet serbixwe ya ji doktorên pispor xwestiye. Lê belê heta roja îro, hukûmeta Tirk û wezaretên pêwendîdar ti daxuyaniyek li ser mijarê nedane. Ev xemsariya hukûmet û wezareta pêwendîdar, weke gel û tevgerê, me dixe nava fikarên ciddî.
Hukûmeta AKP'ê, ku saziya ji tenduristî û ewlekariya Rêberê me berpirsyar e, divê tavilê derfetan biafirîne ku heyetek serbixwe ya ji doktroên pispor biçe girava Îmraliyê û Rêber Apo di muayeneke berfireh de derbas bike. Her weha em bang li hemû gelê xwe, dost û hezkiriyên Rêber Apo dikin ku di mijara ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo de bi hestiyar tevbigerin."
Hêjayî gotinê ye birayê Ocalan Mehmet Ocalan çend roj berê çûbû Girava Îmraliyê û di daxuyaniya ya vegera ji Îmraliyê de diyar kiribû ku di qirik, poz û devê Rêberê Gelê Kurd de şewat heye û Rêberê Gelê Kurd li ser vê yekê xwestibû heyetek serbixwe ya ji doktorên pispor wî muayene bike.
Mehmet Ocalan weha peyivîbû: Pêvajo pêvajoyeke hesas e, lewma ezê neaxivim. Ji bo parastina pêvajoyê ezê biaxivim. Ezê sê tiştan bêjim. Ya yekemîn pirsgirêkên tenduristiya birayê mine . Di poz, qirik û devê wî de şewat heye. Dixwaze heyetek serbixwe ya ji doktorên pispor biçe gel wî. Ji malbata ciwanê li Licê jiyana xwe ji dest da re sersaxiyê dixwaze. Ez bawerim ku wê di hefteya pêş de heyeta BDP'ê biçe Îmraliyê."