KCK'ê ji hukûmet xwest: Îdîa xwe îspat bike!
KCK'ê ji hukûmet xwest: Îdîa xwe îspat bike!
KCK'ê ji hukûmet xwest: Îdîa xwe îspat bike!
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li hemberî "manîpule"kirina nerazîbûnên gel ên li dijî çêkirina qereqolan, nerazîbûn nîşan da. KCK'ê ji bo îdîayên esrarê got, "ji serî heta binî derew in" û bang li hukûmetê kir ku vê îdîa xwe îspat bike.
Li hemberî daxuyaniyên hukûmet û Waliyê Amedê yên li ser êrişa leşkeran a li Licê dijî girseya gel a çêkirina qereqolan şermerzar dikir pêk hat, nerazîbûneke tund nîşan da.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê sûcdariya "esrar" ya hukûmetê red kir û got, "Mîna li her devera cîhanê, li Tirkiyê jî qarên qirêj ên mîna eroîn, esrar û hwd. bi çavgirtin û hevkariya dewletê tên kirin." KCK'ê diyar kir ku rayedarên hukûmetê bi manîpulekirina raya giştî re hewl didin nerazîbûna li dijî qereqolan bitepisînin û rewabûna van nerazîbûnan ji holê rakin.
"ARMANC BÊDENGKIRINA NERAZÎBÛNA NE"
KCK'ê di vê mijarê de ev daxuyanî da: "Ji bo Pêvajoya Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xetimandin, deshilatdariya AKP'ê ji aliyekî ve polîtîkayên xwe yên tepisandina gelê Kurd bi gulereşandinê dewam dike, ji aliyê din ve jî bi manîpulekirina raya giştî re daxuyaniyên derew û şaş dide. Yek ji armanca van daxuyaniyan ew e ku rewabûna nerazîbûnên gel ên li dijî çêkirina qereqolan, ji holê rake.
"BÊ EHLAQIYA SIYASÎ"
Gelê me, li dijî avakirina qereqola nû ya li Licê, nerazîbûna xwe ya rewa û demokratîk nîşan daye. Li hemberî vê jî, deshilatdariya AKP'ê bi kuştina Medenî Yildirim û birîndarkirina gelek welatparêzên me re nîşan daye ku ew çiqasî di mejiyê xwe yê mêtîngeriyê de bi biryar e. Rayedarên hukûmetê û Waliyê Amedê ji bo vê hovîtiyê gotin, "Ji ber ku di operasyonên esrarê de PKK di warê maddî de zerar dît, ev bûyer rû daye". Ev daxuyaniyên rayedaran ji serî heta binî derew û şaş in. Ev yek pêkanînek mêtîngeriyê ya deshilatdariya AKP'ê ye. Li gel derewiya wan, ev daxuyanî bê ehlaqiya siyasî ye. Mîna li her devera cîhanê, li Tirkiyê jî qarên qirêj ên mîna eroîn, esrar û hwd. bi çavgirtin û hevkariya dewletê tên kirin. Raya giştî ya derve û hundur dizane, ku di şerê 30 salan de gelek kes û yekîneyên dewletê yekser di nava vî karê qirêj de cih girtine. Li gel vê rastiyê, ji bo ser gunehê xwe binixumîne, ev 30 sal in daxuyaniyên derew û şaş didin raya giştî ya navnetewî û bi vê armancê weke navgîneke şerê taybet, tevgera me bi esrar û eroînê ve têkildar dikin. Herî dawî, Waliyê Amedê ev yek dûbare kiriye. Em jî bang li hukûmeta AKP'ê û Waliyê Amedê dikin ku van îdîayên xwe îspat bikin.
"PKK TENÊ BI KED Û XWEDANA GEL XWE FÎNANSE DIKE”
PKK, tenê bi ked û xwedana gel xwe fînanse dike. Tu carî ku têkilî karê narkotîk û hişberê nebûye nedaye pey berjewendiyên gunehbar, heram û û bêedalet. Her kadro û xebatkarekî PKK’ê bi felsefeya loqmeyek û xirqeyekê dijî. Têkoşîna PKK’ê di heman demê de li hemberî lêgerîn û navendên neheq û qirêj têkoşîn e. Gelê me û raya giştî vê baş zane. Li hemberî van propogandayên qirêj û reşkirinê yên dewletaTirk divê gelê me û raya giştî hişyar be û helwesta xwe ya mafdar û rewa pêş bixe.”