KCK'ê di mijara "karkerên demsalî" de hukûmet şermezar kir
KCK'ê di mijara "karkerên demsalî" de hukûmet şermezar kir
KCK'ê di mijara "karkerên demsalî" de hukûmet şermezar kir
Komîteya Kedkaran a KCK'ê, der heqê 10 jinên karkerên demsalî yên di qezayeke li Semsûrê de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek weşand û got, "Em AKP'ê û vê pergala ku gelê me bêkar dihêlîne, xizan dike, ji cih û warê xwe qut dike û ber bi mirinê ve dibe, şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku di vî warî de hestiyar be û têbikoş e."
Di roja 29'ê Gulanê de li Semsûrê, mînîbusek tê de karkerên demsalî hebûn qeza kiribû û 10 karkerên jin jiyana xwe ji dest dabûn. Di mînîbusa 14 kesî de, 23 kes lê hatibûn siwarkirin. Di heman rojê de kamyoneta karkerên çandiniyê tê debû û ji Amedê diçû Bismilê wergeriyabû û ji 40 karkerên çandiniyê yekî jiyana xwe ji dest dabû, 39 birîndar bûbû. Dîsa di mehan rojê de li gundê Çarikli yê Amedê di encama qezayekê de karkerekî çandiniyê jiyana xwe ji dest dabû, gelek jî birîndar bûbûn.
Komîteya Kedkaran a KCK'ê bal kişand ser vê drama karkerên demsalî û rêxistinên civakî yên sivîl rexne kir. KCK'ê got, "Tevî berpirsyariya dewletê, derdorên demokratîk, rêxistinên jinan û rêxistinên civakî yên sivîl ên li pêşberî van bûyeran bêdeng in, ewçend berpirsyar in.
Peyama komîteya KCK'ê weha dewam mkir: "Polîtîkayên modernîteya kapîtalîst a di çarçoveya feraseta netew dewletê de afirandiye, ji avabûna Komara Tirkiyê û vir ve, li ser cografya Kurdistanê û gelê Kurd, bêyî nirxên ehlaq û mirovahiyê li ber çavan bigire, hatiye meşandin.
Bi çavbirçîbûna hêzên sermidar, dewlemendiya ser û bin erdê cografya vî gelî hatiye darûmarkirin û rastî mêtîngeriya maddî û manewî hatiye. Beşeke ciddî ya gelê Kurdistanê, neçar mane cih û warê lê çê bûne biterikînin û li diyarên xerîb bijîn û yên li welatê xwe jî mane, bi encamên neheq û bi êş ên jiyanê rast hatine.
Li gel dewlemendiya bin û ser erdê ya erdnîgara xwe, gelê Kurdistanê ji vê dewlemendiyê bêpar hatiye hiştin û bi polîtîkayên modernîteya kapîtalîst li welatê xwe birçî û xizan maye. Ev pergala ku hemû fikir û ramanê wê li ser talankirina keda mirovan e, nikare qîmetê bide mirovan, jiyana wan ewle bikin û tenduristiya mirovan biparêze. Mîna her salê îsal jî gelek karkerên çandiniyê çavên xwe li jiyane girtin û ev yek jî rûyê qirêj ê vê pergalê nîşan dide. Bêdengiya li pêşberî vê jî, ji aliyê ehlaq û wicdanê mirovan ve bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Herî dawî trajediya bi serê karkerên demsalî ku bû sedema bidawîbûna jiyana deh jinan, ev bûyerên ku her sal rû didin, pêwîste weke bûyerên normal neyê dest girtin û cidî ser bê rawestan. Dayîkên tên neçarkirin ku nikarin li ser warên xwe yên dewlemend pêwîstiyên xwe yên jiyanî bidest bixin û dikevin van rewşan, qasî berpirsyartiya dewletê jê heyî, ew qas berpirsyartiya derdorên demokrat, rêxistinên jinan û rêxistên civaka sivîl yên li hemberî vê rewşê bêdeng dimînin heye.
Ji bo êdî bûyerên bi vî awayî rû nedin, hişyarbûna hemû sazî û dezgehên demokratîk, rewşenbîr û hunermendan gelek girînge. Mirina mirovan ya bi vî awayî ne qedere. Bibe bibe xefletiya mezin ya dewletê û desthilatdariya ku çavê wê ji ber xwînê tiştekî nabîne, herwiha ji ber kar bêhîstiyariya li hemberî civakê ye. Bi hişyariya civakê dikarin pêşî li mirinên karkerên demsalê yên her sal rû didin bigire û tedbîrên pêwîst bigire.
Em vê sîstem û desthilatdariya AKP’ê ya ku gelê me bêkar dihêle, ferqîr dike û wana ji warên wan dike, her wiha berê wan dide mirinê şermezar dikîn, em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî vê mijarê hişyar bin û tekoşîn bikin. Em weke komîteya kedkarên KCK’ê sersaxiyê li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane didin û ji birîndaran re şîfayê dixwazîn.”