KCK’ê biryara vekişandinê da
KCK’ê biryara vekişandinê da
KCK’ê biryara vekişandinê da
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya ku cîhan hemû li bendê bû de biryara vekişandina gêrîlayan da û vekişandin dê meha Gulanê dest pê bike.
KCK’ê di derbarê biryara vekişandina gêrîlayên HPG’ê de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê bi sedan rojnamegerên herêmê û biyanî ve tê şopandin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan, Endama Dîwana Kongra Gel Hacer Zagros û Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zekî Şengal ve hate dayîn.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan li pêşberê rojnamevanên ji gelek deverên cûda yên cîhanê hatibûn da. Karayilan ji ber navê Ocalan xist lîsteya 100 kesên bi bandor ên di cîhanê de dilxweşiya xwe ya ji bo kovara Time anî ziman û ji ber nasandina Ocalan malavahiya rêberê Sinn Fein Garry Adams kir.
Berfirehî tên…