KCK'ê banga wergirtina însiyatîfê li Kurdan kir

KCK'ê banga wergirtina însiyatîfê li Kurdan kir

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo berxwedana civakî ya bi çalakiya Parqa Gezî destpê kir got, "Ji bo avakirina Tirkiyeke nû ya demokratîk, peyam hatiye dayîn." KCK'ê bang li gelê Kurd jî kir însiyatîfê bigire û ji bo pêvajo di rêyeke rast de bimeşe, bi hêzên demokrasiyê re tevbigere.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der heqê berxwedana civakî ya li dora Parqa Gezî rû da daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku ev yek ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê, pêvajoyeke encamên girîng derxistiye holê ye. KCK'ê li dijî hin derdorên dixwazin pêvajoya çareseriya demokratîk têk bibin jî bang li kedkar û demokratan kir ku pêvajoya çareseriya demokratîk xurt bikin.

DIJWARIYA POLÊSAN LI DIJÎ GIYANA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YE

Daxuyaniya KCK'ê weha ye: "Bûyerên Parqa Gezî yên beriya neh rojan destpêkirin û roj bi roj li gelemperiya welêt belav bû, di asta heyî de tabloyeke girîng derxistiye holê. Li hemberî refleks û hestiyariya demokratîk a civakî, êrişa polêsan a bi ava şid, ço û gaza îsotê, encama mejiye netew dewlet a dij demokratîk e. Herî zêde gelê Kurd vê dijwariyê baş dizane, ku bi dehan salan dîtiye. Ev dijwariya polêsan a bi destûra hukûmeta AKP'ê, di heman demê de li dijî giyanê Pêvajoya Çareseriya Demokratîk e.

Pêvajoya Çareseriya Demokratîk ne tenê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, her weha pêvajoyek ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê ye. Demokratîkbûyîn jî, bi paqijbûna ji dijwarî û leşkerî bûnê ye, bi afirandina civakek sivîl e. Lê belê AKP bi dîtnewî leşker avêtiye paşê, lê polês derxistiye pêş û bi vî rengî dijwariyê her diparêze. Refleks û tevgerên civakî yên li dijî destwerdana li qadên xwezayî û jiyana civakê, gelekî girîng e. Li hemberî vê yekê, bikaranîna dijwariya polêsan, pirsgirêk girantir kiriye.

PEYAMA TIRKIYEKE NÛ

Di hemû mijarên pêwendiya xwe bi jiyana herkesî re heye de, gelekî xwezayî ye ku reaksiyoeke civakî derkeve holê. Ji xwe ya li Parqa Gezî rû daye jî ev e. Xemsariya li hemberî daxwazên civakê û bikaranîna dijwariyê, rê dide hêza potansiyelî ya civakê derkeve holê. Ev rewş, di rêya demokratîkbûyîna Tirkiyê de encamên girîng bi xwe re aniye. Berxwedana civakî ya li Parqa Gezî destpê kir peyama çêkirina destûra bingehîn a demokratîk û Tirkiyeke nû ya demokratîk da. Ji bo îroj û siberoja Tirkiyê gelekî girîng e ku ev peyama civakê li ber çavan bê girtin. Beriya her tiştî divê hukûmet daxwazên Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re bicih bîne.

DIVÊ GELÊ KURD DI VÊ PÊVAJOYÊ DE BÊ ÎNSIYATÎF NEMÎNE

Lê belê hêzên netewperest-nijadperest jî hewl didin bi vê firsendê re Pêvajoya Çareseriya Demokratîk têk bibin. Divê demokrat û kedkarên pêşengiya vê pêvajoyê dikin, firsendê nedin van derdoran û Pêvajoya Çareseriya Demokratîk xurtir bikin. Pêwîste gelê Kurd jî di vê pêvajoyê de bê însiyatîf nemîne û ji bo pêvajo di rêyeke rast de bimeşe, li gel hêzên demokratîk û kedkaran, berpirsyariyên xwe bicih bîne. Divê hêzên demokratîk ên Tirkiyê vê hêza veguherînê ya civakê derketiye holê bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re bikin yek û bi hev re pirsgirêka Kurd çareser bikin û li Tirkiyê demokratîkbûyînê biafirînin.

LI SER SÎNOR NÊZÎKATIYÊN ÇEWT

Ji bo qonaxa yekemîn a Pêvajoya Çareseriya Demokratîk biçe serî, hemû hêzên me bi fedekarî û biryardariyeke mezin wezîfeyên dikevin ser milê xwe bicih tînin. Lê belê mîna li Qilaban û Çewlikê tê dîtin, hin hewldanên leşkerî yên zorê didin pêvajoyê rû didin. Bi nêzîkatiya, "Ji xwe agirbest heye, hêzên PKK'ê ne aktif in" hewldana ji bo guhertina mewziyên li ser sînor, helwesteke şaş a pêvajoyê provoke dike ye. Hêzên li ser sînor her sal li ku derê bû, divê niha jî li cihê xwe be, cih neguhere. Ji ber vê yekê, helwesta fermandariya Qilabanê ya artêşa Tirk ku xwest cihê mewziyên xwe bi vê firsendê biguherîne, rê li ber şer vekiriye. Herçend di çapemeniyê de cih negirtiye jî, li Oremarê jî heman rewş car carna rû dide û şer derdikeve. Pêwîste herkes li gorî pêwistiyên pêvajoyê berpirsyariyên xwe bicih bînin."