KCK’ê banga tevlîbûna meşa Berlînê kir

KCK’ê banga tevlîbûna meşa Berlînê kir

KCK’ê da diyarkirin ku, qedexeya PKK’ê lekeyek reş ya 20 saliye li ser demokrasiya Almanya û Ewropayê, her wiha ji bo beşdarbûna mitîng û meşa dê 16’ê Mijdarê li dijî qedexeya PKK’ê bê li darxitin bang kir.

Hevserokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê di derbarê 20’mîn salvegera qedexeya li ser PKK’ê û mitîng û meşa dê 16’ê Mijdarê li paytextê Almanya Berlînê were kirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK’ê anî ziman ku, qedexeya li ser PKK’ê rolê dubare komkujiya li ser Kurdan dilîze û da zanîn ku, biryara beriya 20 salan hatiye kirin dê di dîroka hiqûqa Almanyayê de weke biryarekî neheq cihê xwe bigire.

KCK’ê destnîşan kir ku, ev qedexeya ku weke lekeyeke reşe li ser demokrasiya Almanya û Ewropayê, banga rakirina qedexeyê kir. Her wiha KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang li Kurdistanî û dostên Kurdan ên li Almanya û Ewropayê jiyan dikin kir ku, 16’ê Mijdarê li Berlînê bin.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Ev demeke di li Almanyayê di pêşengiya rewşenbîr, nivîskar û zanyaran de ji bo rakirina ‘qedexeya PKK’ê ku 20 sale didome têkoşîn dane û têkoşîn gihaye astekê. Têkildarî rakirina qedexeya li ser PKK’ê dê 16’ê mehê bimitîngekê bikeve rojeva Almanya, hemû Ewropa û rayagiştî ya cîhanê.

CESARET DA QATILAN

Biryara ku bi hemû awayî neheq û li ser bingehê berjewendiyên polîtîk û aborî hatî girtin, tevî ku rêgezên hiqûqî ên gerdûnî binpêkirin jî 20 sale qedexey ali ser PKK’ê li Almanyayê didome û xistiye lîsteya rêxistinên terrorê. PKK ya ku li ser bingehê bidestxistina mafên rewa ên gelê Kurd têkoşînê dide meşandin, weke rêxistinekî terror û dij-zagon binav kirin, li dijî gelê Kurd ê ku bidirêjahiya salan di dîrokê de rastî komkujiyên mezin, netewkujî, sirgûn û êrîşên weke vana hatî, di serî de cesaretê dide dewleta Tirk ya dagirker û êrîş û komkujiyên hêzên din. Kurd ku gelekî mazlûme, ji vê qedexeyê gelek zirar dîtiye, mexdûriyet hîn zêdetir bûye.

YEK JI BIRYARÊN HERÎ NEHEQ ÊN HIQÛQA ALMANYAYÊ

Biryara ku di Mijdara 1993’an de hate girtin, di heman demê de di dîroka hiqûqa Almanya de, biryara herî şaş û neheqe. Ev biryar zirarê dide berjewendî û qîmeta gelê Almanya jî. Her wiha ev biryar rêgezên hiqûq û mafên gerdûnî jî binpê dike, di heman demê de derbeyeke li azadiya rêxistinê û fikir hatiye dayîn.

LI SER DEMOKRASIYA EWROPAYÊ LEKEYEKE REŞE

Li ser vî esasî em vê hişyarî, sekna biexlaq û wijdanî ya rewşenbîr, nivîskar, hunermend û zanyarên rêzdar ên li Almanyayê ji bo rakirina qedexeyê texdîr dikîn û silav dikîn. Em bawer dikîn ku ev sekin dê jib o hemû rewşenbîr û zanyarên li welatên ‘Qedexeya PKK’ê’ lê heyî bibe mînak. Di heman demê de ji bo PKK ya ku hêza pêşengiyê ya têkoşîna azadiya gelên Kurdistanê ye û bi awayek neheqane xistine lîsteya terorê, ji bo ji vê lîsteya terorê bêderxistin dê rolekî girîng bileyîze. Ev hewildan dê ji bo rakirina hemû biryar û pêşdarazên di derbarê PKK’ê de ku li ser demokrasiya Almanya û Ewropayê weke lekeyekî reşe, rolekî girîng bilîze. Dê ji vê Almanya, çanda demokrasiyê ya Ewropa û gelê Kurd qezenc bike.

Ji bo tevlîbûna mitînga rakirina qedexeya li ser PKK’ê, em bang li hemû Kurd, dost û hemû hêzên demokratîk ên li Almanya û Ewropayê jiyan dikin, dikîn.”