KCK: 14'ê Tîrmehê navê berxwedan û serketinê ye
KCK: 14'ê Tîrmehê navê berxwedan û serketinê ye
KCK: 14'ê Tîrmehê navê berxwedan û serketinê ye
KCK'ê, M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek ên di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Bi dehan sal in gelê me, gerîlayên me li dijî zor, zehmetî û her şêweyên êrîşan li ber xwe didin, êrîşan pûç dikin û pêşketinên mezin diafrînin. Ev yek bi giyan û berxwedêriya 14'ê Tîrmehê tê kirin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi wesîleya 14'ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin ku kadroyên pêşeng ên PKK'ê li zîndana Amêd li dijî rejîma faşîst a 12'ê Îlonê meşandin, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek ên di Rojiya Mirinê ya Mezin de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û hat destnîşankrin ku bi Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê re serneketin û têkçûyîn ji holê hatine rakirin.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê weha ye:
"Beriya niha bi 31 salan, li yek ji êşkencexaneya herî mezin a dîrokê li zîndana Amedê, M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bi Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê re xwe kirin abîdeya berxwedanê ya azadiyê. Em wan bi minetdarî bibîr tînin, bejna xwe li ber berxwedana wan bi rêzdarî ditewînin.
ZORA ZORÊ
Ji ber Kurdistan li nava çar dewletan hat parçekirin û Rojhilata Navîn erdnîgareke dengeyên cîhanê lê ye, Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd, diviya bû têkoşînek bi zordariya zorê bimeşandibûya. Xefikek Kurd hatibû avakirin. Hebûn û pêşeroja Kurdistanê veguherîbû bûyereke bêhêvî. Di van şert û mercan de, di destpêka salên 1970 de bi pêşengiya Rêber Apo di warê îdeolojîk, teorîk, rêxistinbûyîn û çalakiyê de, tevgereke ku hemû zor û zehmetiyên şoreşa Kurdistanê hilgirta ser milê xwe, derket ser rûyê dîrokê. Derketina tevgereke bi vî rengî, ji bo dîroka Kurdistanê mîladek bû. Ji ber ku ev tevger li gorî karektera civak û şoreşa Kurdistanê bû, di demeke kurt de gelekî mezin bû. Dewleta Tirk a dixwest Kurdan qir bike, hebûna tevgereke bi vî rengî ji bo xwe weke xeteriyeke mezin dît û ji bo pêşî lê bigire darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê kir. Herçend hin sedemên vê darbeyê hebin jî, darbekaran li xwe mikur hatin ku sedema bingehîn Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd a li dijî stratejiya tinekirinê bi pêş ketiye.
TEVGERA TINEKINA JI BINÎ VE
Darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê, ji bo vê astengiya li pêşiya stratejiya tinekirina Kurdan rake, li dijî PKK'ê dest bi tevgera tinekirina ji kokê ve kir. Bi hezaran kadro, sempatîzan û alîgirên PKK'ê li zîndanan hatin bicihkirin. Di serî de kadroyên pêşeng, hewl hatiye dayîn di kesayetiya PKK'ê de hêviya azadiyê ya gel, di nava betonên zîndanê de were veşartin. Hat xwestin, zîndana Amedê bikin cihekî lê PKK hatiye teinekirin û koka hêviya azadiyê ya gelê Kurd hatiye tinekirin. Ji ber vê yekê êşkencekaran her şêweyên zextên fîzîkî û psîkolojîk li zîndana Amedê di nava şertên ji zehmetiyê zehmettir, dan meşandin. Şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo di nava şertên ji zehmetiyê zehmettir de ava bû, ezmûna xwe ya yekemîn wê li Amedê nîşan bida.
EZMÛNA YEKEMÎN A GIRÎNG
Şoreşa Kurdistanê ya wê li zîndanê bi ser biketibûya yan jî wê di ezmûna xwe ya destpêkê de wenda bikira û têketibûya nava kêmasiyên mezin. Ji ber vê yekê, di kesayetiya kadroyên pêşeng ên PKK'ê de serketin an wendakirina berxwedana li zîndanê, ên bi xwe re encamên dîrokî bianîbûya. Kadroyên lîder ên PKK'ê, ji ber ku armanca zextên li wan dihat kirin baş didîtin, gelekî baş dizanîbûn ku serketina berxwedana wan ê encamên mezin ji bo şoreşa Kurdistanê derxistibûya holê. Ji ber vê yekê, li hemberî ew zilmdarên zext û mirin ji xwe re kiribûn navgîna teslîmgirtinê, kadroyên pêşeng ên PKK'ê bi jiyana xwe bersiv dan. M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek hînê di roja destpêkê de mirin têk birin û di şoreşa Kurdistanê bi serxistina berxwedana xwe re, destanek nivîsandin. Li gorî vê destanê sekin û bexwedanek nîşan dan û bûn yek ji xalên girîng ên têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê ya mirovahiyê.
Kemal Pîr gava di roja mirinê de ber bi mirinê ve diçû bi gotina "Azadî çiqas tiştekî xweş e" wate da berxwedana li dijî zilmê. Xeyrî Dûrmûş jî bi gotina "Li ser kevirê gora min binivîsînin 'deyndar çû' dilnizmî û mezinahiya xwe nîşan da.
GIYAN Û BERXWEDÊRIYA 14'Ê TÎRMEHÊ
Bi Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê re, rêbaza serketin û berxwedanê ya di şertên giran de, Tevgera Azadiyê ewçend xurt kiriye ku têk naçe. Bi dehan sal in gelê me, gerîlayên me li dijî zor, zehmetî û her şêweyên êrîşan li ber xwe didin, êrîşan pûç dikin û pêşketinên mezin diafrînin. Ev yek bi giyan û berxwedêriya 14'ê Tîrmehê tê kirin. Zor û zehmetî êdî nayê wateya têkçûnê, dibin sedema têkoşîn û serketinê. Rêbaza têkoşîna di mercên giran de, nirxa herî mezin a dîrok û gelê Kurdistanê ye. Eger li gorî vê nirxa herî mezin tevger bê meşandin, li Kurdistanê cihê serneketin û têkçûyînê tineye. Ji ber ku bi Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an de derket holê, ku zor û zehmetî çi dibe bila bibe, serneketin û têkçûyîn ji holê hatiye rakirin.
'EM ÇIQASÎ FEDEKARIYÊ BIKIN JÎ, NIKARIN DEYNÊ XWE BIDIN'
Eger li gel hemû zext û zordariyan Tevgera Azadiyê ya Kurd têk naçe û zehmetî dibe sedema pêşketinê, ev yek bi saya berxwedêriya 14'ê Tîrmehê ye. Ji ber vê yekê, weke gel û tevgera azadiyê, em çiqasî bi minetdarî wan bibîr bînin, çiqasî bixebitin, çiqasî fedekariyê bikin jî emê nikaribin deynê xwe bidin. Weke tevger û gel, emê her tim hewl bidin hêjayî wan bibin û di çarçoveya dilsoziya bi bîranîna wan re têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bikin, bibin serketinê.
'RÊBER APO HEWL DIDE HESRETA KEMAL PÎR PÊK BÎNE'
Peyama Rêber Apo ya di Newrozê de, hesreta enternasyonalîstê mezin, şoreşgerê mezin ê di 14'ê Tîrmehê de şehîd ket Kemal Pîr ê digot, "Ez di şoreşa Kurdistanê de azadiya gelên Tirkiyê dibînim" bicih tîne. Rêber Apo bi peyama Newrozê re şoreşa Kurdistanê û şoreşên azadiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn dike yek û hewl dide hesreta Kemal Pîr bicih bîne. Di 9. Civata Giştî ya KONGRA GEL de dilsoziya bi van şehîdên me re careke din hat destnîşankirin û biryar hat dayîn bîranînên wan bibin serketinê.
Em bexwedêrên 14'ê Tîrmehê bi vê wesîleyê careke din bi minet û rêzdarî bibîr tînin û soz didin wan ku emê bîranînên wan di azadiya Kurdistanê û demokratîkbûyîna Tirkiye û Rojhilata Navîn de bidin jiyîn"