KCD: Ti tişt êdî mîna berê nabe

KCD: Ti tişt êdî mîna berê nabe

Meclîsa Daîmî ya Kongeya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriya demokratîk xwest, gavên baweriyê bên avêtin. KCD'ê der heqê berxwedana Parqa Gezî de jî got, "Êdî ti tişt wê mîna berê nebe."

Di civîna doh a Meclîsa Daîmî ya KCD'ê de, mijarên bingehîn ên di rojeva Kurdistan û Tirkiyê de ne hat nirxandin û hin biryar hatin stendin.

Piştî civînê, danezana encamê hat weşandin û tê de pêvajoya çareseriyê, rewşa Ocalan, gavên ji bo baweriyê bên avêtin, Konferansa Kurd a tê xwestin li Amedê bê lidarxistin û berxwedana Parqa Gezî hatin nirxandin. Li gorî danezanê, biryar hat girtin ku çalakiyên bîranîna lîderê raperîna Kurd Şêx Seîd bi rêxistinbûyînên din ên Kurdan re were lidar xistin û Konferanseke Parêzeran bê organîzekirin.

Di danezana encamê de bal hat kişandin ser van mijaran:

"Di çarçoveya pêvajoya Çaredariya Demokratîk û Aştiyane ya pirsgirêka Kurd de, hevdîtinên tên kirin, bêdenbûna çekan û vekişîna gerîla, bûyerên dîrokî ne.

GUMAN Û BÊBAWERÎ

Ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bi lez bimeşe û mayînde bibe, gelek wezîfe û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê hukûmeta AKP'ê. Bi tenê bendemayîna gavên PKK'ê û di şûna pratîkê de bi tenê axaftin, pêvajoyê asê dike. Tevî ku qonaxa yekemîn a pêvajoyê temam bûye jî, hukûmeta AKP'ê heta niha ti guhertinên qanûnî yên demokratîk pêk neaniye û ev yek rê li ber pirs, guman û bêbaweriyê vedike.

DIVÊ TCK Û TMK BÊN GUHERTIN, BENDA HILBIJARTINÊ BÊ RAKIRIN

Ji bo bêbawerî, guman û pirs ji holê rabin, divê beriya her tiştî hukûmet zimanê xwe biguherîne, zimanê aştî û çareseriya demokratîk bikar bîne. Bêyî li benda guhertinên destûra bingehîn bimîne, pêwîste TCK, TMK bên guhertin, benda hilbijartinê û astengiyên li pêşiya fikir û raman bên rakirin. Lazimê pergala cerdevaniyê ji holê were rakirin û erdên mayinkirî werin paqijkirin. Siyasetmedarên Kurd ên bi heqî hatine girtin û girtiyên nexweş bên berdan. Dest ji xerakirina xwezayê û çêkirina qereqol û bendavan were berdan.

DIVÊ OCALAL BI ÇALAK TEVLÎ PÊVAJOYÊ WERE KIRIN

Her weha ji bo hevdîtin baş bimeşin, lez ji rêveçûna pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane bê dayîn û Birêz Ocalan hîn bi çalak tevlî pêvajoyê bibe, divê derfet werin afirandin ku Birêz Ocalan karibe bi rayedarên PKK'ê, hêzên Demokrasiyê, Rêxistinên Civakî yên Sivîl, Rewşenbîr û Siyasetmedaran re hevdîtinê bike. Pêwîst hevdîtin vekirî û zelal bin û bi raya giştî re werin parvekirin.

Ev gavênhan wê rewşeke baweriyê biafirîne û pêşî li lezbûna pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane veke. Di pêkhatina çareseriya demokratîk û aştiyane de bêguman têkoşîna hêzên demokrasiyê û gelê Kurd wê bi bandor be. Ji ber vê yekê, di serî de gel û saziyên me, em bang li hemû hêzên demokrasiyê û kedê dikin ku bi awayekî çalak cihê xwe di pêvajoyê de bigirin.

KONFERANSA YEKÎTÎ Û ÇARESERIYÊ YA BAKURÊ KURDISTANÊ

Di vê serdema dîrokî de, yekitiya netewî ya gelê Kurd ji her demê bêtir girîng e. Di vê pêvajoya ku Kurd ber bi azadiyê ve dimeşin de, pêwistî bi yekitî û biratiya Kurdan heye. "Konferansa Yekitî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê" ku wê di 15-16'ê Hezîranê de li Amedê bi beşdariya hemû rêxistinbûyîn û şexsiyetên Kurdistanî pêk were, ji bo yekitiya demokratîk a gelê Kurd firsendeke gelekî girîng e.

Biryardariyên di vê konferansê de derkeve holê, wê feydeyeke mezin bide yekitî, wekhevî û azadiya netewî ya gelê Kurd û bi kêrî pêşeroja demokratîk a gelên Rojhilata Navîn were. Em bawerin ku hemû beşdar jî wê bi vê hesasiyetê nêzîk bibin.

SILAV LI BERXWEDANA PARQA GEZÎ

Yek ji xalên girîng ên rojeva Tirkiyê ku van hefteyên dawî gelekî derket pêş, berxwedana Parqa Gezî ye ku me jî ew silav kirin. Divê ji netewperest, nijadperest û ergenekoniyan re destûr neyê dayîn ku vê berxwedanê bikar bînin. Pêwîste hemû mûxalefeta demokratîk li dora daxwaza destûreke bingehîn a demokratîk, azad û wekhev, di vê berxwedanê de cih bigirin.

Çavkaniya hemû pirsgirêkan, destûra bingehîn a leşkerî ya berhema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ye. Heta ku qanûn û destûra bingehîn a tekparêz, ewlekarparêz û qedexeparêz neyê guhertin, çareserî û demokratîkbûyîn pêk nayê.


ÊDÎ TI TIŞT WÊ MÎNA BERÊ NEBE

Berxwedana Parqa Gezî jî nîşan da ku êdî ti tişt wê mîna berê nebe. Pergaleke ku pêdiviyên demê bicih nîne, guhertina demokratîk pêk nîne, civakê li ber çavan negire, civakê tevlî navgînin biryardariyê neke, nikare bêyî gel tiştekî bike. Nikare her daxwaza xwe bi gel bi civakê bide qebûlkirin.

Meclîsa me ya Daîmî ev mijar kiriye biryar:

- Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê di asta dîrokî de girîng dibîne. Îlan dike ku vîna konferansê wê bibe civateke girîng.

- Çalakiyên bîranîna Şêx Seîd ên meha Hezîranê wê bi tevlêbûna rêxistinbûyînên din ên Kurdî pêk bîne.

- Payizê wê ji aliyê Komîsyona Huqûqê ve Konferansa Parêzan bê lidarxistin.