KCD: Salvegera PKK’ê pîroz be
KCD: Salvegera PKK’ê pîroz be
KCD: Salvegera PKK’ê pîroz be
KCD’ê bi daxuyaniyek nivîskî peyamek weşand û di peyamê de wiha got: “35’emîn salvegera PKK’ê li tevayî Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz be.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesileya 35’emîn salvegera damezirandina PKK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya KCD’ê de wiha hat gotin: “ PKK bi ked û têkoşîna xwe di warê zîhnî, ruhî û rêxistinbûyînê de pêşketinek mezin bi gelê Kurdistanê re afirand. PKK kir ku di serî de jin û ciwan û hemû beşên civakê li dor exlaq û nirxên civakê bibin hêz, bibin kirde û pêşeroja xwqe bi xwe biafirînin. Em di serî de ji Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan, şehîdên me û gelê me spasiya xwe pêşkêşî hemû kesên ku keda wan di vê têkoşînê de heye dikin.
Welatên Yekitiya Ewropayê û Amemerîkayê ku, PKK’a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku muxatabê esas û destpêkerê pêvajoya çareseriya demokratîk e, Rêberiya wê dike hê jî meşrûiyeta wê hê jî ji nedîtîve tên PKK’ê xistine nav lîsteya terorê ku em vê yekê wekî êrîşeke li hemberî mafên gelê kurd, daxwazên wan û îradeya wan dibînin. Em bangî wan dewletan dikin û dixwazin dev ji wê polîtîkayê berdin.” KCD di daxuyaniya xwe de bang li her kesî kir ku tevli hemû çalakî û şahiyên ji bo pîrozkirina 35’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bibin.