KCD: Ocalan rakin nexweşxaneyê

KCD: Ocalan rakin nexweşxaneyê

Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê da xuyakirin ku kontrolên rûtîn ji bo Ocalan têrê nakin û got, "Pêwîste li nexweşxaneyeke xwedî derfetên baş, bê kontrolkirin. Lewma divê ji wê giravê bê derxistin û wî rakin nexweşxaneyê. Hewceye kontrolên wî bên kirin û careke din nebin wê giravê."

Endamên Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li navçeya Riha Xelfetiyê çû serdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li gundê Amarayê û der heqê tenduristiya Ocalan de agahî stend. Berdevka Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê Salîha Aydenîz, Serokê Şaxê Amedê ya Odeya Tabîban a Tirkiyê (TTB) Kemal Kardaş, Seroka Şaxê Amedê ya SES'ê Hulya Ûyanik û Sekreterê Amedê yê Odeya Dermanfiroşan Sertaş Okay, di heyetê de cih girtin. Heyet ji aliyê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ve hat pêşwazîkirin.

'DILŞIKESTÎ, BI HÊRS Û BÊ HAL BÛ'

Mehmet Ocalan der heqê rewşa tenduristiya birayê xwe de agahî da heyet û diyar kir ku di nava 14 salan de wî cara yekemîn birayê xwe bi hêrs û bê hal dîtiye. Mehmet Ocalan, gotinên Ocalan ên der heqê tenduristiya xwe de bi vî rengî anî ziman: "Got timî hêsir ji çavên wî tê û carna neçar dimîne hezar carî paqij bike. Got, mîna îsot pê ketibe dev, bêvil û qirika min dişewite. Diyar kir ku di devê wî de birîn vebûne."

Ocalan da xuyakirin ku wî di odeya hevdîtinê de liv û tevgera birayê xwe şopandiye û di nava 14 salan de cara yekemîn dîtiye ku birayê wî ewçend dilşikestî, bi hêrs û bê hal e. Mehmet Ocalan diyar kir ku daxwaza heyeta doktoran a serbixwe yekser ji Ocalan bi xwe hatiye û anî ziman ku Ocalan xwestiye, heyetek ji doktorên serbixwe yên pispor werin gel wî, kontrol bikin û sedema van pirsgirêkan diyar bikin. Mehmet Ocalan destnîşan kir ku weke malbata Ocalan, ew jî dixwazin heyetek ji doktorên serbixwe yên pispor, tavilê biçe Îmraliyê û kontrolan bike.

'DIVÊ WÎ RAKIN NEXWEŞXANEYÊ'

Serokê Şaxa Amedê ya TTB'ê Kemal Kardaş jî da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye 64 saliya xwe, lewma asayiye hin nexweşê lê bi der bibe. Karadaş destnîşan kir ku di warê tenduristiyê de neçarî ye, Ocalan li nexweşxaneyeke xwedî derfetên baş bê kontrolkirin û got, "Di vî temenî de, dibe ku nexweşiyên şekir, tansiyon, prostat, dil rû bidin. Kontrolên rûtîn têrê nakin. Ev 14 sal in li giraveke lê rûtûbet zêde ye, tê ragirtin. Divê teqez wî rakin nexweşxaneyeke xwedî derfetên baş ên tenduristiyê. Hewceye heyeta doktorên serbixwe biçe wê derê, lê belê tiştên ku karibin li wê derê bikin kêm e. Ji ber vê yekê, nexweşxaneyek xwedî derfetên baş, şert e. Divê kontrolên wî bên kirin û careke din venegerînin wê giravê."

Kardaş diyar kir ku di warê huqûqî de jî ti girtî nîne ku 14 salan di girtîgehê de bimîne û qet neçûbe nexweşxaneyê. Kardaş destnîşan kir ku ev yek binpêkirineke cidî ya mafan e.