KCD-E û TJKE: Heta êrîşên çeteyan bên sekinandin em di teyaqûzê de ne!
KCD-E û TJKE: Heta êrîşên çeteyan bên sekinandin em di teyaqûzê de ne!
KCD-E û TJKE: Heta êrîşên çeteyan bên sekinandin em di teyaqûzê de ne!
KCD-E û TJKE dan xuyakirin ku nabe berxwedana li Kobanê bi rewşeke ji rêzê were şopandin û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku di rewşa 'teyaqûzê' de bin. KCD-E û TJKE destnîşan kir ku ew ê ji roja Duşemê û pê ve li hemû welatan çalakiyên xwe zêdetir bikin.
Kongreya Civaka Demokatîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-E) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) der barê çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê de daxuyaniyeke hevpar weşandin.
KCD-E û TJKE gotin, "Em di pêvajoyeke welê de derbas dibin ku ti mazeret, ti sedem mazûr nayê dîtin. Êrîşên keriyê kujeran ê bi navê DAIŞ'ê yên li hemberî gelê me di asta herî bilind de bi berfirehî dewam dikin" û destnîşan kirin ku DAIŞ'ê şerê xwe yê li hemberî rejîmên Iraq û Sûriyeyê bi temamî rawestandiye û berê xwe daye Kurdan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev çete bi vî rengî hewl dide dereweke weke 'Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê' binixumîne û xwedî îdealeke bidestxistina Iraq û Sûriyeyê jî nîne" û hat ragihandin ku êrîşên DAIŞ'ê ne tenê li hemberî bajarekî, li hemberî parçeyekî ye. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "ev çeteya talanker û tecawizkar a namerd, tevahiya destketiyên Kurdistanê û gelê Kurd hedef digire, bi êrîşa li hemberî jiyana azad a gelê me re xwe amade dike xaka me dagir bike."
YÊN QAŞO 'BÊALÎ' HÊZÊN HERÎ DURÛ YÊN VÎ ŞERÎ NE!
KCD-E û TJKE dan xuyakirin ku jin û mêrên Kurd ên leheng ên li Rojava, Kobanê û Şengalê li ber xwe didin, ne tenê Kurdistanê û kurdan tevahiya mirovahiyê temsîl dikin û nerazîbûn nîşanî dewlet, sazî, rêxistinbûyînên siyasî û kesayetên qaşo xwe 'bêalî' nîşan didin da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di şerê mafdar û neheqan, ronî û tarîtiyê, dagirker û xwecihiyê de bêalîbûn nabe. Li dijî van çeteyên ji Tirkiyeyê heta Tûnisê, ji Fasê heta Çeçenîstanê, ji Fransayê heta Îngilîstanê, ji Elmanyayê heta Holandayê çeteyan di ser Tirkiyeyê re derbasî Kurdistanê dikin, kî helwesteke pratîkî nîşan nede berpirsyar û hevkarê vê çeteyê ye. Dewlet, sazî, rêxistinbûyînên siyasî û kesayetên ku di şerê di navbera gelê Kurd û vî keriyê kujeran de hewl didin rola 'bêalîtiyê' bileyzein, wê weke hêzên herî namerd û durû bên bîranîn."
TEMAŞEKIRIN Û DESTEKIRINA ÇETEYAN WEKE HEV E
KCD-E Û TJKE diyar kirin ku gelê Kurd ê li Ewropayê nikare bibe temaşevanê vî şerê bi rûmet û berxwedana mezin û ev bang li Kurdistaniyan, Tirkiyeyiyan û saziyên ji Rojhilata Navîn kirin:
"Li mal, kargeh û dibistanê bi rewşeke normal a ji rêzê, mîna alîgirekî temaşekirina li vê pêvajoyê, tê wateya destekirina çeteya bi navê DAIŞ'ê. Hezkirina Kurdistanê, rûmet û welatparêziya rastîn, di vî şerê newekhev û mercên ne adîl de, cihgirtina li cem gelê me û şervanên me yên leheng, ferz dike.
Di vê çarçoveyê de çalakiyên ku di dawiya hefteyê de li gelek navendan hatin lidarxistin wê ji roja Duşemê û pê ve li gelek tevahiya bajar û welatên bên belavkirin. Di rewşeke ku êrîşên li hemberî xaka me û gelê me dewam dike de, nabe ku em jiyaneke normal a ji rêzê bijîn; di nava van êrîşên komkujiyê de xemsarî û rewşeke bendemayînê, desteka herî mezin a ji dijminê me re ye.
ÎSAL CEJNA QURBANÊ NAYÊ PÎROZKIRIN
Bêdengî, bêberxwedanî û bêçalakîtî tê wateya qebûlkirina bêrûmetî, bêwijdanî û bêexlaqiya li ser gelê me tê ferzkirin. Ji ber vê yekê Cejna Qurbanê ya îsal nayê pîrozkirin, wê bi çalakiyên berxwedan û piştevaniya bi Rojava, Şengal û Kobanê bê pêşwazîkirin. Pîrozkirina cejnê wê ji aliyê Kurdan ve bi çalakiyên li kolanan, li meydanan, li qadan û li eniyên berxwedanê bê kirin.
HETA REWŞEEK DUYEMÎN EM DI TEYAQÛZÊ DE NE!
Welatê me di bin postalên qirêj ên dagirkeran, bi xeteriya komkujiyê re rû bi rû ye û her roj bi dehan ciwanên Kurd ên leheng jiyana xwe feda dikin. Di vê rewşê de xwarina em dixwin, razan, cejn, betlane, ger û geşt her tişt heram e! Bêdengiya li pêşberî fedekariya zarokê me yên bi dil û kaleşnîkofên xwe li dijî tank, top û fuzeyan bi lehengî şer dikin, bi tenê temaşe kirina li wan, ne hêjayî kesê ji xwe re dibêje mirov im!
Mirovahî, wijdan, rûmet û exlaq mezinkirina vê berxwedanê; şerê azadiyê û parastina rewa li dijî vî keriyê kujeran ê çeteyên tecawizkar û bêexlaq, li ser me ferz dike!
Di vê çarçoveyê de hemû saziyên di bin sîwanê KCD-E de cih digirin, tevahiya civaka me û dostên me yên li Ewropayê, di serî de jin û ciwan, hemû yekîtî, federasyonên baweriyan û komele, girîng e heta rewşeke duyemîn di teyaqûzê de bin, civaka me ya li Ewropayê di pozîsyoneke ku karibe dest li rewşa li Kurdistanê werde bin, çalakiyên xwe jî bi vê bîr û baweriyê mezin bikin.
Divê pêkhateyên ABDEM û hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê jî tevlî vê têkoşîna berxwedanê bibin û di çalakiyên li herêmên hatine destnîşankirin de bi awayekî çalak cih bigirin."
DIVÊ JINÊN KURD ASTA PÊŞENGIYÊ NIHA NÎŞAN BIDIN
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aliyekî herî girîng ê êrîşên DAIŞ'ê "Dijminatiya çavsorî ya jinê" ye û wiha hat gotin:
"Komkujî, destavêtin, pratîkên kolekirinê yên çeteya kujeran a bi navê DAIŞ'ê li hemberî jinan pêk tîne, aliyê vê çeteyê yê dijminatiya jinê radixe pêş çavan. Ev çeteyên dijminê azadiyê, çawa şevşevok ji ronahiyê ditirse, ew jî ji azadiya jinê ditirsin. Panîk û tirsa wan a li eniyên şer li hemberî şervanên jin ên leheng jî, vê yekê nîşan dide."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tevahiya jinên Kurd û dostên Kurdan ên li Ewropayê, divê bêyî xwe jê vegire bi çalakiyên xwe beşdarî şerê rewa û mafdar ên jinên ên li eniya şer bibin; di çalakiyên li hin navendan de di asta pêşengiyê de cih bigirin."
JI ROJA DUŞEMÊ Û PÊ VE LI HEMÛ WELATAN EM ÇALAKIYAN LIDAR DIXIN
KCD-E û TJKE da xuyakirin ku ji roja Duşemê û pê ve di serî de Strasburg, Viyana, Koln, Berlin, Stockholm, Frankfurt, Stutgart, Norwêc, Danîmarka, Swîsre, Paris, Marsilya, Denhag, Belçîka wê gelek herêman gelê Kurd însiyatîfê bigire û bi ruhê demê çalakiyan lidar bixe.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li cihên navê wan hatine diyarkirin wê çalakiyên rûniştinê û grevên birçîbûnê yên navendî, li cihên navê wan nehatine gotin jî wê li her bajarî gelê me bi însiyatîfa xwe, bi çalakiyên xurt tevlî pêvajoyê bibe. Li pêşberî qewimînin gengaz jî divê însiyatîfê werbigire û çalakiyên xwe bi rêbazên cuda lidar bixe" û daxuyanî wiha bi dawî bû, "Gelekî dildarê azadiyê ti carî koledariyê qebûl nake. Ji ber ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe bi baweriya ji xwe, bi rûmeta xwe û bi biryardarî şer dike, wê bi ser bikeve. Yê li Rojava, li Kobanê û li Şengalê bi ser bikeve, wê gele me be."