KCD'ê piştgirî da grêva KESK'ê

KCD'ê piştgirî da grêva KESK'ê

Koma Xebatê ya Xizanî û Koçberiya Kedê ya KCD'ê da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin grêva îro ya KESK'ê ku bi daxwaza zêdekirina heqdest û ewlekariya kar pêk tîne.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê KESK, li dijî dijwariya li hemberî bexwedana li gelemperiya Tirkiyê, îro dest bi grêva hişyariyê dike. Di vê çarçoveyê de wê ji îro nîvro heta roj û nîvekê grêv bê kirin.

Koma Xebatê ya Xizanî û Koçberiya Kedê ya KCD'ê  jî bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da grêva KESK'ê.

Di daxuyaniya Koma Xebatê de weha hat gotin; "Bi milyonan karker û kedkarên li vî welatî dijîn, bi destpêkirina pêvajoya çareseriya aştiye û demokratîk a pirsgirêka Kurd re li bendê bûn ku hukûmeta AKP'ê şert û mercên kar û jiyana civakî û aborî sererast bike, lê berovacî polîtîkayên li dijî kedkar û kedê hatine dijwarkirin.

Hukûmeta AKP'ê diviyabû pirsgirêkên bi milyonan bêkar û kedkarên bê sendîka û bê sîgorta neçarî xebatê tên hiştin çarerser bikira, lê ev ne kir û di ser de jî hewl da mafên kedkaran ên li gelemperiyê talan bike.

Em weke Koma Xebatê ya Xizanî û Koçberiya Kedê ya Kongreya Civaka Demokratîk KCD, piştgiriyê didin grêva kedkaran a 4-5'ê Hezîranê bi pêşengiya KESK'ê dimeşînin. Em bang li hukûmeta AKP'ê dikin ku guh bide dengê gel û kedkaran, ji bo çareseriya demokratîk, aştiyeke bi rûmet û jiyaneke wekhev û azad, bêyî sergerandinê gavan biavêje."