KCD'ê êrişa nijadperest a li Çorûmê şermezar kir

KCD'ê êrişa nijadperest a li Çorûmê şermezar kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) êrişa nijadperest a li Çorûmê li dijî karkerên çandiniyê yên demsalî yên Kurd hat kirin û di encamê de karkerekî jiyaan xwe ji dest da, bi tundî şermezar kir û xwest, cezayên li gunehên nefretê tên birrîn werin girankirin.

KCD'ê li ser êrişa nijadperest a li Çorûmê ku di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li êrişên li dijî karkerên Kurd ku di her demsala havînê de rû didin, yeka din zêde bû. Di 24'ê Hezîranê de li Çorûmê li dijî karkerên çandiniyê yên demsalî yên Kurd, êrişek hat lidarxistin. Di encama vê êrişê de welatiyekî me jilyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn. Bila rehma Xwedê li Xelef Hulo yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da be û em ji birîndaran jî şîfa dixwazin."

KCD'ê da xuyakirin ku ev êriş weke êrişên ji rêzê yên edlî nikarin bê dîtin û got, "Nêzîkatiyeke seranser e ku bi tenê kujer weke berpirsyarê tenê yê vê bûyerê bê dîtin. Mejiyê ku bi salan kuştinên weha ronî nekir, gelê Kurd weke dijmin dît û êrişên bi vî rengî organîze kir, çavkaniya vê êrişê ye. Ev têgihiştin, her kiryarên li dijî Kurdan rewa dibîne û vî mejiyê xwe li nava civakê bicih dike."

Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Rewşa karkerên çandiniyê yên demsalî, nîşaneya yekser a vê têgihiştinê ye. Valakirina gundan, paşdehiştina aboriyê, şert û mercên nebaş ên gelê me tê de bi awayekî demsalî dixebitin, cihêkarî û lînca gelê me lê rast tê, encameke bi vî rengî derxistiye holê. Di mehên havînê de, hema hema her roj mirovekê me di qezayan de jiyana xwe ji dest didin. Divê encamên Komcivîna Karkerên Çandiniyê yên Demsalî ya KCD'ê di vê mijarê de li ber çavan werin girtin."

KCD'ê diyar kir ku ji bo careke din êrişên bi vî rengî rû nedin, dewlet gavan bi avêje û xwest, cezayên li gunehên nefretê tên birrîn, werin girankirin. KCD'ê da xuyakirin ku gelê Kurd îro ne gelekî bê rêxistine û destnîşan kir ku rêya yekane ya pêşîgirtina li van êrişan, xurtkirina rêxistinbûyînê ye.