KCD'ê êrîşa li Qamişlo şermezar kir
KCD'ê êrîşa li Qamişlo şermezar kir
KCD'ê êrîşa li Qamişlo şermezar kir
KCD'ê êrîşa li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku bi van êrîşan re tê xwestin were qurifandin û bibe parçeyek ji polîtîkayên wan.
KCD'ê destnîşan kir ku divê were zanîn ev êrîş dê ti carî bi ser nekevin û got, "Li gel êrîşên çeteyan ên li hemberî Kurdan rûdana êrîşên bombeyî li navenda bajarê Qamişlo nîşan didin ku hewl tê dayîn pevçûnên dijwariyê li gelemperiya Kurdistanê bê belavkirin. Ji ber vê yekê em êrîşên li Rojavayê Kurdistanê weke sûcekî li dijî mirovahiyê dibînin û bi tundî lanet dikin."
KCD'ê bibîr xist ku gelê Kurd di vê dema dîrokî de li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke şoreşgerî dimeşîne û li Rojhilata Navîn weke aktorekî girîng derdikeve pêş.
KCD'ê ragihand ku ev destketî û rewşa Kurdan, hêzên faşîst ên mêtînger tirsandiye û got, "Ev rewşa Kurdan ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya îlhamê.
Weke KCD di serî de Rojava ji tevahiya gelê Kurd û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê ji birîndaran re jî şifa xêrê dixwazin."