KCD'ê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr anî

KCD'ê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr anî

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê daxuyaniyek da û berxwedêrên 14'ê Tîrmehê yên li dijî pêkanînên faşîst li ber xwe dan, bi bîr anî.

KCD'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku bi çalakiya rojiya mirinê re berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bûnê havênê têkoşîna mezin a gelê Kurd.

Peyama KCD'ê ya 14'ê Tîrmehê weha ye: "Gelê Kurd, 90 salan di bin polîtîkayên tinekirin û înkarê de ma. Gelê Kurd li polîtîkayên hovane yên qirkirinê rast hat û bi awayekî bêhempa li ber xwe da. Ji Şêx Seîd ta Seyid Riza, ji Elîşêr ta Îhsan Nûriyan, li vê xeleka berxwedanê zarokên bi rûmet ên gelê Kurd bi pêvajoya zîndana Amedê lê zêde bûn.

Cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê, polîtîkayên tinekirin û înkarê yên li dijî gelê Kurd, derxist asta herî hovane. Rejîma faşîst a 12'ê Îlon ku hewl dida civaka Tirkiyê di nava yek şiklî de bihelîne, ji bo gelê Kurd jî dixwest hebûna wê bi temamî ji holê rake. Ji ber vê yekê, bi taybetî li dijî girtiyên Kurd ên li Zîndana Amedê êrîşên dij mirovahiyê hatin kirin. Pêla berxwedanê ya di 21'ê Adara sala 1982'an de bi Mazlûm Dogan re destpê kir, di 18'ê Gulanê de bi Çaran dewam kir û bi Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê re jî gelê Kurd nîşanî tevahiya cîhanê da ku ewê li dijî pêkanînên faşîst li ber xwe bide. 

Di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de, li gel enternasyonalîstê mezin Kemal Pîr, şoreşgerên bijartî yên gel M. Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek gihaştin şehadetê. Bi vê çalakiya xwe re bûn havênê têkoşîna herî mezin a gelê Kurd.

Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, li ser kevneşopiya vê berxwedanê tê meşandin. Ji xwe Birêz Ocalan dabû xuyakirin ku ew vê pêvajoyê li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna Kemal Pîran dide meşandin. Bîranîna Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, bi beşdariya xurt a pêvajoyê dibe.

Weke KCD em berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi rêzdarî bibîr tînin û bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku di rêya zarokên xwe yên bijarte, bi giyana yekitiya netewî tevlî pêvajoyê bibe."