KCD: Divê ji gelê Ermenî lêborîn bê xwest
KCD: Divê ji gelê Ermenî lêborîn bê xwest
KCD: Divê ji gelê Ermenî lêborîn bê xwest
Têkildarî salvegera Komkujiya Ermeniyan KCD’ê daxuyaniyek da û diyarkir ku, komkujiya Ermeniya, komkujiya li hemberî gelên Rojhilata Navîn û baweriyan hate kirin û wiha gotin: "Trajediya 98 sal berê li hemberî gelê Ermenî pêk hat di bingeha xwe de li hemberî gelên Rojhilata Navîn û baweriyane."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) biboneya 98’mîn salvegera Komkujiya Ermeniya ya 24’ê Nîsana 1915’an de rûda, daxuyaniya nivîsîkî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li navenda şaristaniyê Rojhilata Navîn ligel bawer û nasnameyên gelan ên cuda bi salan bi hev re di nava heskirin, pirrengî û biratiyê de jiyan. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku, piştî sed sala 20'emîn de hişmendiya nijadperest, yekpare û deshilatdar pêş ket li erdnîgariya Rojhilata Navîn vegerandin qada komkujiyan û wiha hate gotin: "Hişmendiya yekpare a îttîaht terakî ya tehemûl nîşanî pirrengiyê neda 98 sal berê di 24'ê nîsana 1914'an de dest bi komkujiya ermenî û penaberiya ermeniya kir. Penaberî û komkujiya li hemberî Ermeniya di heman demê de destpêka penaberî û komkujiya li hemberî çand û nasnameyên cuda bû. Trajediya di dîroka mirovahiyê de ya herî mezine û em vê êşê di dilê xwe de parve dikin. Komkujiya 98 sal berê li hemberî gelê ermeniya pêk hate di bingeha xwe de li hemberî gel û baweriyên li Rojhilata Navîn bû. Ev trajedî nayê ji birîkirin û nemimkûne."
'DIVÊ JI GELÊ ERMENÎ LÊBORÎ BÊ XWESTIN'
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, ji bo Tirkiye ji vê tabolay şermezar xilas bibe divê ji gelê Ermenî lêborîn bê xwestin û wiha hate gotin: "Ji paşerojê revîn û rû bi rûbûnê tirs rastiyan naguherîne. Heta bi rastiyan re rû bi rû neyên biratî pêk nayê. "