Kayaalp ê BDP'yî jiyana xwe ji dest da
Kayaalp ê BDP'yî jiyana xwe ji dest da
Kayaalp ê BDP'yî jiyana xwe ji dest da
Endamê BDP'ê Sebrî Kayaalp ê di qezaya trafîkê ya li karwana BDP'ê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di hefteya destpêkê ya meha Gulanê de, di gera xwe ya li herêma Botanê de gava karwana BDP'ê ji Hezexê diçû Sîlopiyayê qezayeke trafîkê rû dabû. Di qezayê de Sebrî Kayaalp ê BDP'yî birîndar bûbû ev em meh û nîveke li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê di beşa lezgîn de dihat dermankirin. Lê belê Kayaalp li gel hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin, ku cenazeyê Kayaalp wê li Goristana Asrî ya Sîlopiyayê were veşartin.