Kaya’yê BDP’yî: Ji bo hilbijartinên pêşîn lêpirsîn ne hat vekirin
Kaya’yê BDP’yî: Ji bo hilbijartinên pêşîn lêpirsîn ne hat vekirin
Kaya’yê BDP’yî: Ji bo hilbijartinên pêşîn lêpirsîn ne hat vekirin
Berdevkê Komisyona Rêxistina Hilbijartina yê BDP’ê Abdullah Kaya, nûçeyên ku di derbarê hilbijartinên pêşîn yên Amedê de hatine vekirin direwandin.
Berdevkê Komisyona Rêxistina Hilbijartina yê BDP’ê Abdullah kaya nûçey ku di derbarê hilbijartinên pêşîn yên roja Şemiyê li Amed û 8 navçeyên wê hatiye vekirin direwand.
Daxuyaniya nivîskî a ku ji aliyê Kaya ve li ser mijarê hate dayîn wiha hat gotin: “Nûçeyên ku di derbarê hilbijartinên pêşîn yê di roja 24’ê Mijdara 2013’an de li şaredariya bajarê mezin û 8 navçeyên wê pêk hatî de ku lêpirsîn di derbarê encamên hilbijartinê de hatine vekirin, nûçeyên ku xwecih yan jî çapemeniya giştî de derketine, ne daxuyaniyekî ku ji aliyê partiya me ve hatiye kirine. Partiya me hilbijartinekî pêşîn ku heya niha li ti derê Tirkiyê ne hatiye kirin bê ku cih bide xeletiyekî herî biçûk jî bi şeklekî serbilindane bi encamp kiriye. Di derbarê ti hilbijartinên ku partiya me kirine heya niha ti lêpirsîn ne hatine kirin. Tenê nerazîbûnên ku di nava pêvajoyan de hatine kirin hatine girtina lêkolînê û hewil hatiye dayîn ku bê çareser kirin. Ji dervey vê yekê hemû sûpekûlasyonên ku têne kirin bi daxwaza pêşî li pêş serkeftinên partiya girtine û wê wiha jî bêne nirxandin.”