Karwana cenazeya gêrîla Onen ber bi Amedê ve birê ket
Karwana cenazeya gêrîla Onen ber bi Amedê ve birê ket
Karwana cenazeya gêrîla Onen ber bi Amedê ve birê ket
Malbata gêrîlaya HPG'ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) ku di 3'ê Gulanê 2011'an de di pevçûnê de jiyanê xwe ji dest da cenazeyê keça xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û ber bi Amedê ve ketin rê.
Cenazeya gêrîlaya HPG'ê Hamdiye Onen (Nûda Karker) ku di 3'ê Gulana 2011'an de li gundê Qizilmecîda navçeya Pulumura Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, duh hat wergirti birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Dozgeriyê piştî otopsî kir, cenazeyê gêrîla Onen ji bo raporê şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Malbatê li gel dozger cenaze teşhîs kir. Malbatê piştî karê fermî, cenaze li ambulansê kir û birin Meletiyê. Malbatê îro piştî karê fermî yê Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê cenazeyê keça xwe ji Meletiyê wergirtin û ber bi Amedê ve birê ketin. Li gel malbatê rêveberên MEYADER cenazeyê gêrîla Onen wergirtin û ber bi Amedê ve bi rê ketin. Cenaze dê li Tesîsa Petrolê ya Dogru bi girseyî bê pêşwazîkirin û cenaze piştre dê li Goristana Yenîkoyê bê definkirin.