Karsazên Kurd ên li Ewrûpayê bi rêxistin dibin
Karsazên Kurd ên li Ewrûpayê bi rêxistin dibin
Karsazên Kurd ên li Ewrûpayê bi rêxistin dibin
Karsazên Kurd ên li Ewrûpayê dijîn, ji bo avakirina Yekitiya Karsazên Kurd dixebitin. Di daxuyaniya li ser mijarê de hat destnîşankirin, ku li gel hebûna hejmareke zêde karsazên Kurd li Ewrûpayê jî, ne bi rêxistin in û pêwistî bi yekitiya wan heye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Kurdistanî di nava 30 salên dawî de ji ber rewşa aborî, siyasî ji Tiriye, Iraq, Îran, Sûriye neçar mane ji ser axa xwe koçî welatên Ewrûpayê bikin û hat gotin, "Ev mirovên li Ewrûpayê bicih bûn, neçar man di nava şert û mercên giran ên Ewrûpayê de bijîn û tevlî jiyana aborî civakî û welatîbûna van welatan bûn. Bi deskevtiyên xwe yên li van derê bi dest xistin, bûn karsaz."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku piraniya van karsazan li Bakurê Kurdistanê hatine û hat gotin, "Karsazên Kurd her çend berê jî hewl hat dayîn di bin hin sîwanan de werin xebitandin jî, bi ser neketin. Niha bi awayekî belawela li gelemperiya Ewrûpayê hebûna xwe diparêzin û di rewşa heyî de pêwistî bi Yekitiya Karsazên Kurd heye. Em dixwazin ji raya giştî re îlan bikin, ku me lez dane xebatên xwe yên ji bo avakirina vê yekitiyê."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku weke karsazên Kurd ên li Ewrûpayê, ewê bi awayekî rêxistinbûyî hewl bidin bersivê bidin pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê destpê kiriye û armancên wan weha hatin bilêvkirin:
"- Yekitiya Karsazên Kurd, wê beriya her tiştî karsazên Kurd ên li Ewrûpayê dijîn di bin sîwanekê de bigihîne hev û di nava endaman de têkiliyê xurt bike
- Pêşveçûnên aboriyê yên li cîhanê baş binirxîne, endamên xwe rast agahdar bike û bi vî rengî rîskan kêm bike
- Ji bo sermiyana li Ewrûpayê hatiye ser hev, li cihê Kurd lê dijîn werin bikaranîn, endaman teşwîk bike
- Bi vê yekê re hem karsaz feydê bike hem jî bêkariyê kêm bike
- Dema ev karên xwe bicih anî, divê cihê xwe li gel mafên mirovan, azadiyên civakî û takekesî, serdestiya huqûqê û demokrasiya gerdûnî bigire"
Di daxuyaniyê de banga xurtkirina vê xebatê li karsazên Kurd ên li Ewrûpayê hat kirin û ji bo têkilîdanînê, ev hejmara telefonê hat dayîn: 00491622715429