Karkerên TOKÎ'yê yên mehaneyên xwe negirtin rabûn întîharê

Karkerên TOKÎ'yê yên mehaneyên xwe negirtin rabûn întîharê

100 karkerên di avahîsaziyaTOKÎ'yê de dixebitîn hêj mehaneyên xwe negirtine. 2 karkerên ku mehaneyên xwe negirtin û ev yek şermezar kirin derketin ser avahiyekê û diyar kirin ku ger Walî û wekîlên AKP'ê neyên dê întîhar bikin.

Li Wanê 100 karkerên taşeron ên di Memur-Sen TOKÎ'yê de dixebitin ji ber mehaneyên xwe negirtin li ber TOKÎ'yê kom bûn xwestin rayedar pereyên wan bidin. Karkeran diyar kir ku, ligel gelek caran serî li Walî, rayedarên TOKÎ û rayedarên şîrketê dan pereyên xwe negirtin û xwestin Walî û wekîlên AKP'ê bên TOKÎ'yê. Ji karkerên çalakiyê li dar dixin 2 karker derketin ser avahiyekî TOKÎ'yê û xwestin Walî û wekîlên AKP'ê pirsgirêkên wan çareser bikin.

Karkeran got heke walî û wekîl pirsgirêkên wan çareser nekin dê întîhar bikin. Sekna karkeran berdewam dike û gelek polîs û wesayîtên îtfaiyeyê sewqî TOKÎ'yê hatin kirin. Karkerên li ser avahiyê meşale hilkirin û gotin heke polîs mudaxeleyî wan bike dê agir berdin avahiyê û xwe ji avahiyê bavêjin. Karkeran xwest ku welatiyên di avahiyê de jî avahiyê vala bikin.

Çalakiya karkeran berdewam dike.