Karkerên çandiniyê hatin veşartin

Karkerên çandiniyê hatin veşartin

Cenazeyên 9 jê jin 10 karkerên çandiniyê yên ji ber qelibîna mînîbusê jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.

Doh êvarê, mînîbusa tê de karkerên çandiniyê hebûn û ji Rihayê dihat Semsûrê, li nêzî Pira Çakal wergeriya û di encamê de ji 23 kesên di mînîbusê de 6 jê li cihê bûyerê, 4 jê li nexweşxaneyan bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 jê giran 13 kes jî birîndar bûn.

Yûsûf Yilmaz, jina wî Remziye, kîza wî Songul Yilmaz û remziye Acar, Zahîde Atik, Salîme Ûlûer, Zeynep Unsal, Medîne Tûran, Fatma Sut û Yildiz Ozelçî yên jiyana xwe ji dest dan, li dû nimêja cenaze li Goristna Şaredariya Semsûrê hatin veşartin.

Li heman nuqteyê di 19'ê Gulanê de jî qezayekê rû dabû û 3 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.