Karkerekî Kurd di Çemê Xabûr de xeniqî

Karkerekî Kurd di Çemê Xabûr de xeniqî

Karkerekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Ûrmiyê, li Çemê Xabûr xeniqî û jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Kurdpa, roja Şemiyê karkerê bi navê Şehram Behmenî Berwar (25) ê ji bajarê Urmiyê yê Rojhilatê, di Çemê Xabûrê de jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku heta niha cenazeyê Berwar nehatiye dîtin. 

Li gorî qeydan ji meha Adarê heta niha 3 karkerên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê, li Bakurê welêt jiyana xwe ji dest dane.