Karkera demsalî a 15 salî ket qanala avê

Karkera demsalî a 15 salî ket qanala avê

Zaroka 15 salî Kader Yalçin ku ji bo komkirina mişmişan ji navçeya Hezexê ya Şirnexê çû Meletiyê, di saetên êvarî de ket avê û xeniqî.

Hat diyarkirin ku, zaroka 15 salî Kader Yalçin a ji bo kar ji navçeya Hezexa Şirnexê çû navçeya Doganyolê ya Meletiyê mişmiş kom dikirin, di saetên êvarî de ji bo xwe hênik bike ket qanala avê û di qanala avê de xeniqî. Yalçin ku di qanala avê de winda bû hêj nehatiye dîtin.