Karayilan: Vekişîn ji bo çareseriya pirsgirêka kurd e

Karayilan: Vekişîn ji bo çareseriya pirsgirêka kurd e

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan diyar kir ku vekişîn ji bo çareseriya pirsgirêka kurd e û got: “Divê tirkiye demokratîk bibe, Înkara kurd bê rakirin, divê hebûna kurd bê qebûlkirin, azadiya gelê kurd bê qebûlkirin, ligel vê divê azadî û wekheviya bawerî, mezheb û nasnameyên cuda jî biXin bin garantiyê.”

Karayilan bal kişand ser xebatên makeqanûna nû û wiha got: “Di makeqanûna nû de GER ji bo her kesî bêjin ‘netewa tirk’ ne mumkune ku em vê qebûl bikin.”

 Karayilan pirsên Gerînendeyê Giştî yê Dîjle TV Hasan Sancar bersivand. Karayilan vekişîna gerîlayan û geşedanên piştê wê nirxand.

Karayilan der barê ku Kovara Time ku wek kesên herî bandor yên cîhanê cih dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got: “ Ev tiştekî girîng e. Xistina vê lîsteyê ya Rêber Apo gelek girîng e. Ligel tecrîda giran a li ser Ocalan, têkiliya gelê xwe û tevgera wî re qut nebû. Ligel şert û mercên giran Rêber Apo berxwedaneke mezin nîşan da. Rêber Apo di cîhanê ji sed kesî yek yê bi bandor e. Ev ji bo me gelek girîng e. Ez di serî de Rêber Apo û hemû gelê kurd pîroz dikim. Ev 15 sale di tecrîdê de ye lê ji 100 kesên herî bi bandor ya cîhanê tê hilbijartin. Ev ji bo me serkeftineke gelek mezin e.”

Karayilan der barê 3 pêngavên ku tên nîqaşkirin de axivî û got: “Divê gelê me vê bizane. Ev pêvajo bo gelê kurd gelek girîng e. Lê ev pêvajo li ser berxwedanekê pêk hatiye. Gelê me têkoşîn pêşve bir. Berxwedan pêk hat. Bi kedê pêk hat. Gund hatin şewitandin, komkujî pêk hatin, şehadetên mezin pêk hatin. Di encama berxwedanên mezin de em hatin vê astê. Hikûmeta Tirk di du salên dawî de hewl da ku me wek gerîlayên Tamîl tasfiye bike. Ji bo vê teknolojiya pêşketî bi kar anî. Operasyon pêk anî. Li ser rêbertiya me tecrîd pêk anîn. Lê ligel vê berxwedan mezin bûn. Li Îmraliyê, li Bakûrê Kurdistanê li zindanan polîtîkayên AKP’ê vala derxistin. Li Rojava gel hamleyek da destpêkirin. Şoreş meşiya.

Encamek derket holê. Gelê Kurd tu car nayê tasfiyekirin. Lê bi diyalogê çareserî pêkan e. Me kedek mezin da, bedelek mezin da, şehîd dan. Divê her kes bizane. Em li ser van esasan pêvajoyê dimeşînin. Vekişîn wisa dibe, vekişîn ji bo çi dibe? Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dibe. Dewleta tirk bi Rêber Apo re muzarekere kir. Ji ber vê îro pêvajo pêşde diçe. Heyetên BDP’ê diçin Îmrali û tên. Name çû û hatin. Li ser vê me encam girt. Em dixwazin li ser vê encamên baş bigirin. Rojevek me ya wisa ye. Bila hemû kes bizanin ku ev ne dawî ye, ev destpêkeke. Ya duyemîn jî divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê pêngavên kanûnî jî bên avêtin . Divê hêzn şerê taybet û tîmên taybet bên rakirin. Cerdevanî bê rakirin. Divê ev pergal êdî bêrakirin. Divê înkarkirina gelê kurd ji holê rabe. Hebûna gelêkurd bê qebûlkirin û ligel vê azadî û wekheviya hemû gelan bixin bin garantiyê.”

Karayilan de barê biryara Konseya Ewropayê ku berê digotin “PKK terorîst e” û niha jî dibêjin “aktîvîst” jî wiha got: “Pêngavek erênî lê ne bes e. Ewropa bi tiştekî wisa nikare me bixapîne. Neheqî pir li me kirin. Kurdistan û gelê kurd gelê herî qedîm yê Rojhilata Navîn e. Ev gel ji dîrokê tê. Ewropayê ji bo berjwendiyên xwe welatê me parçe kir. Înkar kir. Kurdan zirarek mezin dît. Trajediyên mezin jiya. Li her çar parçeyên Kurdistanê zirarên mezin dît. Niha rabûye pêngavek wisa davêje. Divê lîsteya terorê bi giştî bê rakirin. Divê wijdana wan wisa be ku careke din gelê kurd xerc neke. Bila piştgiriyê bidin gelê kurd.”

4 KONFERANS

Karayilan der barê konferansên dê pêk werin de jî wiha got: “Herêma me û Rojhilata Navîn dikeve qonaxeke nû. Têkoşîna me ketiye asteke nû. Bi peyama Ocalan re em ketine destpêkek nû. Divê pirsgirêk bi diyologê bê çareserkirin. Wekhevî û aştî divê wisa bimeşe. Gel ji ber şer bêzar bûye. Mirin pêk hatin. Şerên mezheban dest pê kir. li Iraq û Sûriyeyê rewş xuya ye. Di rojê pêş de dê berfireh be. Em dixwazin li vê herêmê pêvajoyek nû bidin detpêkirin. Îro derfên vê çêbûne. AKP’ê jî ev erênî dît. Ew jî dixwazin bi diyalogê çaerser bikin. AKP projeya xwe yê zelal nekiriye. Çapemeniya AKP’ê rojnameya Yenî Şafakê dibêje ‘lîstik qediya’. Lîstika çi qedya? Kî dilîze? Ger lîstikek hebe ew jÎ hatibû serê gelê kurd. Ne ziman û ne jî çapemeniya hikûmetê zelal nebûye. Em ji gel dixwazin tevli pêvajoyê bibin.”

Karayilan wiha domand: “Konferansa yekemîn dê li Amedê be. Di demek pêş de dê pêk bê. Divê hemû kes, hemû alî tevlî bibin. Ya duyemîn konferansa Tirkiyeyê ye. Divê hemû kurd û tirkên Tirkiyeyê tevli bibin. Hemû alî divê tevli bibin. Ya sêyemîn jî Konferanseke Navnetewî ye. Dê li Hewlêrê bicivin. Banga me li hemû partiyên çar paçeyên Kurdistanê ye. Divê hemû kes tevli bibin.

Ya daweî jî dê li derveyê welat ji bo kurdan konferansek pêk were. Bi taybet jî bo kurdên li Ewropa û Rusyayê dijîn dê pêk were. Em wek yektitiya kurd û tirkan dixwazin pêkêş bikin. Konferansên ku em dixwazin pêk bînin evin. Em giraniya xwe didin hêza gelê xwe. Em dixwazin dewlet ji bo çareseriyê pêşiya xwe vebike. “

DI MAKEQANÛNÊ DE NETEWA TIRK

Karayilan der barê amadekariyên makeqanûna nû de jî wiha got: “Ger vekişîn temam bibe, pêngava duyemîn amadekriya makeqanûna nû ye. Em di makeqanûna nû de dibêjin Tirkiyeyek demokratîk û înkara gelê Kurd rabe. Em dixwazin hebûna gelê kurd, azadiya wan hebe. Her wiha kesên xwedî nasnameyên din jî azadiya wan hebe. Bila wek berê li her kesî tirkbûn neyê ferzkirin. Xala 66’emîn a makeqanûnê çi ye? Her kesê girêdayê dewletê tirk e. Em tekane netewê naxwazin. Em di makeqanûnê de netewa tirk naxwazin.”