Karayilan û Berzanî hevdîtin kirin

Karayilan û Berzanî hevdîtin kirin

Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka, Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, bi Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Berzanî re hevdîtin pêk anî.

Di nûçeya bi îmzeya rojnamevan Gunay Aslan de, Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, ji şerê li Sûriyê heta Konferansa Netewî ji pêvajoya aştiyê heta Hîzbûllahê di gelek mijaran de daxuyaniyên girîng da.

Nûçeya Aslan weha ye: "Karayilan bal kişand ser biçekkirina rejîma Esad û mûxalîfan a ji aliyê hêzên navnetewî ve û diyar kir ku ev yek rewşeke bi tirs û fikaran diafirîne. Karayilan hişyarî da û got, dibe ku komkujiyên girseyî rû bidin û destnîşan kir ku divê Konferansa Cenevre ya di meha pêş de pêk were, ji vê pirsgirêkê re çareseriyeke lezgîn a siyasî bibîne.

BI MESÛD BERZANÎ RE HEVDÎTIN HAT KIRIN

Karayilan ragihand ku wî berî demeke nêz bi Serokê Kurdistana Federal Mesûd Berzanî re hevdîtin kiriye, pê re mijara Konferansa Netewî nirxandiye û diyar kir, ku konferans dikare di nava çend mehan de kom bibe. Karayilan anî ziman ku pêvajoya çareseriya aştiyane yekitiya Kurdan xurtir kiriye û diyar kir ku eger pêvajo têk biçe, zehmet e konferans li hev kom bibe.

Karayilan destnîşan kir ku Qendîl hevkarê pêvajoya ji Îmraliyê destpê kiriye û agahî da ku di çarçoveya giraniya vê pêvajoyê de civata KCK di nava guhertinên bingehîn de ye. Karayilan da xuyakirin ku di dema pêş de di vî warî de dikare hin pêşketin rû bidin.

JI BO KESÊN JI PKK'Ê VEQETIYANE BANG

Karayilan ji bo kesên ku di demên berê de di nava PKK'ê debû û ji ber hin sedeman dûr ketine bang kir û got, "Yên xiyanet ne kirine, ji gel re dijminahî nekirine, dikarin di nava pêvajoya nû de cihê xwe bigirin. Ev yek bangek min ji bo van derdoran e."

ZIMANÊ ÇAPEMENIYÊ Û HÎZBÛLLAH

Karayilan der heqê Hîzbûllahê de jî ev nirxandin kir: Hîzbûllahê di demên bihurî de gelek welatparêzên Kurd kuşt. Di salên 1990'î de welatparêzên me kuşt. Ev mijareke divê were çareserkirine. Lê Hîzbûllah ev 14 salin nakeve nava hewldanên bi vî rengî. Divê ev jî bê dîtin. Divê Hîzbûllah di dema nû de beriya her tiştî pirsgirêka xwe ya paşerojê çareser bike û rexnedayîna xwe bide gel. Yê ku vê pirsgirêka xwe çareser bike, Hîzbûllah bi xwe ye. Di heman demê de divê çapemeniya me jî zimanekî nû bikar bîne. Mîna berê gotina Hîzbûlkontra ne li gorî pêvajoya nû ye..."

KOMKUJIYA PARÎSÊ

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê bibîr xist ku pirsgirêka Kurd xwedî gelek aliyan e û diyar kir ku hin hêzên herêmî û global naxwazin pirsgirêk çareser bibe û got, "Vana naxwazin qerta Kurd a di destê xwe de wenda bikin, lewma hewl didin pêvajoyê têk bibin. Komkujiya Parîsê jî ji ber vê yekê derket holê." Karayilan da xuyakirin ku hin agahî gihaştine destê wan, ku di dema pêş de komkujiya mîna Parîs dikarin rû bidin.

PÊŞEROJA GERÎLA

Karayilan da xuyakirin ku eger dewlet û hukûmeta Tirk bersiveke erênî bide pêvajoya çareseriyê, şerê bi dawî bibe û gerîlatiya li çiyayên Bakurê Kurdistanê wê bi dawî bibe û destnîşan kir, ku divê PKK qanûnî bibe. Karayilan diyar kir ku ewê di dema pêş de weke "gerîlayên siyasî" tevlî pêvajoya jinûve avakirina civakê bibin. Karayilan destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê şer bi dawî bibe jî, li Rojhilata Navîn gelê Kurd wê xwedî çek bin û gerîla wê li parçeyên din ên Kurdistanê hebûna xwe dewam bike. Serokê Konseya Rêvebe a KCK'ê Mûrat Karayilan li ser pêşeroja gerîla ev tişt got, "Hînê em nehatine nuqteya dawî, lewma ji niha ve tiştekî zelal nikare  bê gotin. Lê em li Kurdistanê li dû paradîgmaya rêveberiya xwe bi xwe ye. Gava em hatin nuqteya dawî, emê rewşa nû ya gerîla bi mûxatabên xwe re biaxivin û çareseriyeke hevpar bibînin."