Karayilan: Em di pêvajoyekî bi rîsk de ne, dibe mudaxele çêbibe

Karayilan: Em di pêvajoyekî bi rîsk de ne, dibe mudaxele çêbibe

Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan da diyarkirin ku, pêngava yekemîn kêm maye xilas bibe û pêwîste pêngava duwemîn destpê bike û wiha got: “ Em niha di pêvajoyekî birîsk de ne, bi şêweyên cûda dibe mudaxeleyên cûda çêbibin. Ev ji bo Tirkiyeyê yanî di aliyê hikumeta AKP’ê de jî wisane.”

Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê li Herêmên Parastina Medyayê ji Nûçe Tv’yê re axivî û pirsên rojnamevan Erdal Er, Ceyda Karan û Gunay Aslan bersivandin. Karayilan têkildarî mijarên rojevê daxuyaniyên girîng da û balkişande ser rîskên pêvajoyê. Karayilan destnîşan kir ku, pêwîste her du alî jî li hemberî rîskên pêvajoyê bibiryar bin û wiha got: “Eger bibiryar tevbigerin dê pêvajoyekî çareseriyê yê di berjewendiyê Tirkiye û gelê Kurd de pêkbê. Em di aliyê xwe de dikarin temînata vê bidin.”

Karayilan destnîşan kir ku, ev pirsgirêk tenê bi çend hevdîtinên li gel wan yan jî yên li gel hikumetê nayê çareserkirin. Karayilan anî ziman ku, “Tu kes nabe yêdekê tu kesê. Ji bo hemû pêkhateyên ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bikarin rolê xwe bileyîzin, pêwîste hinek rêya wan were vekirin. Di rastiyê de pêvajo li gorî ya berê, yanî li gorî Osloyê hîn zelaltire. Lê belê bi giştî hêjan wisan nebûye.”

Karayilan li ser pirsa li ‘Enqere Konferansa Aştî û Demokrasiyê pêkhat, li Brukselê jî Lijneya KNK’ê hebû, gelo hûn di vê pêvajoyê de naxwazin tenê bimeşin’ got;“Erê ji xwe pirsgirêka Kurd pirsgirêkekî Tirkiyeyê ye. Netenê pirsgirêka Kurdane. Em wisan difikirin ku, bitaybet kesên û derdorên ku xwe li Tirkiyeyê bipirsgirêk hîs dike, yên alîgirê hevgirtina gelan, biratiya gelan, alîgirê wekhevî û azadiya gelan, pêwîste ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê xwe berpirsyar bibînin. Ji ber vê sedemê em dixwazin her kesê daxilî vê pêvajoya dîrokî bikin. Bitaybet kesên bipirsgirêk ji bo xwedî li berpirsyartiyên xwe derbikevin em esas digirin. Ji ber vê çendê Rêbertiya me pêşniyara çar konferansên cûda kir. Yek ji vana ya herî girîngjî Konferansa Aştî û Demokrasiyê ku li Tirkiyeyê pêktê ye. ji ber ku birastî jî pirsgirêk di aliyê Tirkiyeyê de jiyaniye. Pirsgirêka herî cidî ya ku Tirkiye çareser bike ye. ji ber vê çendê pêwîste hêzên demokratîk yên li Tirkiyeyê li vê pirsgirêkê xwedî derbikevin, em bawer dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê înîsiyatîfê bigirin ser xwe. Em wisan hesab dikin ku konferansa di vê xalê de pêkhat, astek ya bersivdanê girt.

Karayilan di derbarê hevdîtinên tên kirin anî ziman ku, “Pirsgirêk ne tenê pirsgirêkekî di navbera me û dewletê de ye. Dibe ku weke pêvajoyekî di navbera van hêzan de bê dîtin; raste. Lê belê ji bo ev pirsgirêk ji kokê û mayînde bê çareserkirin pêwîstî bi hevpeyamanekî civakî heye. Yanî dikare bi daxilbûna hemû hêzên civakî were çareserkirin. Weke din ne pirsgirêkek wisane ku dê bi hevdîtinên navbera me û dewletê yan hikumetê ji kokê were çareserkirin. Hîn berfirehtir, pirsgirêkekî civakiye.”

TU KES NABE YÊDEKÊ TU KESÊ

Karayilan da diyarkirin ku, AKP dixwaze her tiştê bixwe bike û ew vê yekê qebûl nakin. Karayilan anî ziman ku, “AKP hinekê dixwaze her tiştê bi xwe bike. Yanî di bin kontrola xwe de birêve bibe. Ger du aliyên pirsgirêkê hebe pêwîste her du alî înîsiyatîfê bigirin. Lê belê AKP ku hewil dide pêvajoyê bi vî awayî birêve bibe, li aliyê din jî bi şêweyekî yêdek kirinê nêz dibe ku ev jî nayê qebûl kirin. tu kes nabe yêdekê tu kesê. Ji bo hemû pêkhateyên ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bikarin rolê xwe bileyîzin, pêwîste hinek rêya wan were vekirin.

Ev çemkekî yek aliye, ev çemkekî xelete, ev ne raste. Eger em bixwazin pêvajoya hevpeymanekî civakî bidin destpêkirin, dixwazî bi ecibîne dixwazî ne ecibîne hemû pêkhate û bitaybet jî ji kesimên çep, sosyal demokrat, yên ji sîstemê hatin dûrxistin û heta zirar dîtin daxilî pêvajoyê bikin ku, Tirkiyeyê ji nû ve ava bikîn. Yanî eger em behsa avakirina Tirkiyeyekî nû bikin, ev Tirkiyeya nû dê çawa çêbibe. Tenê dê bi xebatên AKP birêve dibe dê çêbibe? Na. Tirkiyeya nû dê bi hemû kesimên civaka Tirkiyeyê, bi tevlîbûna vîna nûnertiya wan dike, hêz, înîsiyatîf mumkun bibe.

Karayilan di derbarê konferansên di vê pêvajoyê de bên li darxistin jî axivî û got: “Baweriya me bi hêzên demokratîk yên li Tirkiye û Kurdistanê heye, eger bikevin dewrê û bibandor bin, dê bibin garantorên vê pêvajoyê. Dê vê pêvajoyê birêve bibin.

Di encam de komîsyonek hate avakirin, encamnameya wê jî heye, dê pêvjaoyê bişopînin, di bin sê mijaran de panel hatin çêkirin, nîqaş çêbûne, encamên wana hene. Ji xwe ev pêş kêş kirin. ev tiştên başin. Lê belê li gor min pêwîste berdewam bikin. Yanî civîna ku di rojevek ew qas berfireh de kombûyî, di du rojan de her tişt nayê nîqaş kirin, her tişt nikare bê zelal kirin. banga min eve: li gorî min ev pêngava yekem bû, pêwîste bê berdewam kirin. mînak ez wisan difikirim ku, pêngava duwem hîn firehtir be, kesimên ku tevlînebûyî tevlî bibin. Weke din jî pirsgirêkek heye, ev pirsgirêk dê çawa çareser bibe tê nîqaşkirin: ev pêkhate dikarin dîtinên xwe hîn zelaltir bikin û pêşkêşî rayagiştî bikin û dikarin vê bişopînin. Mînak dîtinek me ya pirsgirêka Kurd heye, mane wisa? Dîtina her kesimekê heye. Em dikarin vana hemûyan bikin yek. Yanî civîna ku ji aliyê van hemû pêkhateyan ve hate pêkanîn dikarin weke projeyek çareseriyê metnekê çêbikin, ev pir pir binirxe û ev tê wateya raste rast tevkariyê de çareseriyê. Niha jî bêgûman dê tevkariyê wê hebe. Encamnameya wê heye. Lê belê bi şêweyekî madeyên hîn zelaltir, mînak kesimên ku tevlî vê civînê bûyîn, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çareseriyên çawa difikirin, bêgûman xalên ku hevpariyê bikin dê hebin, yanî li gorî min ger projeyekî zelal û hevpar ya hemû pêkhateyan çêbiba dê sûdên wê zêdetir ban. Ji ber vê çendê ez dibêjim ev xebat gelek girînge, binirxe û birêze.”

Li ser pirsa gelo Cemaet jî dibe Karayilan aşkera kir ku, “Erê ew jî dikare daxil bibe, çima nebe? Dikarin bên. Ev pirsgirêk ya tevayî Tirkiyeyê ye, en tenê pirsgirêka kesimên çepe.”

AKP’Ê PROJEYA ÇARESERIYÊ DERNEXISTIYE HOLÊ

Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê diyarkir ku, AKP’ê projeya çareseriyê hêj nedaniye holê û wiha berdewam kir: “Ev bêhtirî xwe rexneyeke ji aliyê CHP’ê ve tê kirin, tişta ku hûn dibêjin, di derbarê wê de jî dikarim yek du tiştan bêjim. Ji ber ku li wir tiştekî ku em jî difikirin heye; hêjan AKP’ê projeya xwe ya çareseriyê nedaniye holê. Di rastiyê de pêvajo ya berê, yanî li gorî pêvajoya Osloyê zelaltire. Lê belê hêjan bi giştî na. Sedema vê jî heya niha di derbarê çareseriyê de hikumeta AKP’ê û dewletê projeyekî zelal tuneye û pêşkêşî rayagiştî tuneye. Ji ber vê çendê hinek kesim dêbêjin, ka çi çêdibe, weke din jî yên li dijî vê îstîfade dikin û hîn bêhtir rexne dikin, heta ku vê dikin malzeme. Heta ku qismek yê CHP’ê û MHP bikartîne. Bes ger hertiştê zelal bêxin holê, weke ku li vir tê îdiakirin, tiştekî gelê Tirk rencîde bike tuneye. Yanî perçebûnek ya Tirkiyeyê tune ye, em behsa projeyekî ku ji dil, yekgirtina Tirkiyeyê hîn bêhtir qayîm bike heye. Mafê gelê Kurd dayîn ku, evane mafên xwezayî û gerdonî ne, bi awayekî veşartî nîşakirin tiştekî xelete. Ez difikirim ku, ger hinek zelal be, bi cesaret ji rayagiştî re bê îzah kirin dê bibe bersiva van hemû rexneyan.”

Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan li ser tirkiyeya nû û modela KCK’ê bilêv kir ku, “Em li gorî derfetên xwe dîtinên xwe ji rayagiştî re parve dikin. Hinek kesim dibêjin, em pêşketinan ji KCK’ê dizanin, wê demê hinek tişt ji aliyê me ve têne gotin. Veşartî li gel me tuneye. Em vê dibêjin. Tirkiyeya nû pêwîste bibe welatekî demokratîk. Pêwîste bibe welatekî wekhev, azadî û piranîparêz. Em wisan bawer dikin ku, dê pirsgirêka Kurd tenê li ser vî bingehî çareser bibe. Ger di rastiyê de Tirkiye bibe welatekî demokratîk, ev tê wateya çareserkirina pirsgirêka Kurd jî. Çareserkirina pirsgirêka Kurd jî tê wateya, demokratîkbûna Tirkiyeyê, di rastiya xwe de dê bibe welatekî azadîparêz û demokratîk em di vê çarçoveyê de nêz dibin. Ji ber ku em ji vê bawer dikin: yek ji şertê herî bingehîn ku gel bikarin li gel hev jiyan bikin û wekhevî û piranîparêziye. Ger piranîparêzî nebe dê çawa çandên cûda bikarin bi awayek azad xwe pêşve bibin, dê çawa bi awayek azad bi hev re jiyan bikin. Her wiha heta ku li welatekî piranîparêzî, wekhevî û her kes hurmetê nîşanî hev dide, biratiya çandan, biyanî nedîtin, hevdû dûrnexistin neyê avakirin, dê welatekî demokratîk û aştî neyê avakirin.

BILA SÎSTEMA SEROKATIYÊ Û PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ NEXIN HEMAN KEFENÎ DE

Karayilan li ser sîstema serokatî jî destnîşan kir ku, “Em wisan bawer dikin ku, pirsgirêka Kurd pirsgirêkekî pêwîste bilez were çareserkirine, êdî pêwîste Tirkiye vê pirsgirêkê çareser bike, her wiha bi nîqaşên sîstema serokatiyê re nexin heman kefenê de. Yanî em bawer dikin ku, ger çareserkirina pirsgirêka Kurd û sîstema li Tirkiyeyê ya parlementerî yan ya serokatiyê be, eger di heman çarçoveyê de hate nirxandin dê pirsgirêkên cûdatir li gel xwe bîne. Tercîha me ne eve. Vê zelal bêjim. Lê belê dema Tirkiye ji nû ve tê sererastkirin (Ji ber ku em behsa ji nû ve sererastkirina Tirkiyeyê behs dikin mane wisa) wê demê pêwîste bê nîqaşkirin. Ne tenê di pencereyê de temaşe bikin. Em nêzîkatiyên weke parlementerîzm heye weke din tu rêyên din nînin em vê nêzîkatiyê jî teng dibînin. Yanî mirov dikare alternatîvan nîqaş bike. Pêwîste ev bên kirin. em wisan bawer dikin ku, modela ku dê Tirkiyeyê demokratîk bike, pêwîste bi vîn û biryara civakê were dîtin. Di vê wateyê de qesta me ji gotin “di serî de em ne dijî sîstema serokatiyê ne” eve, dikare were nîqaşkirin. Lê belê di bingeh de em alîgirên vê ne; pêwîste pirsgirêka Kurd cûda were destgirtin. Raste, pêwîste mirov pirsgirêka sîstema Tirkiyeyê di çarçoveya demokratîkbûnê de bigire dest. Lê belê xistina heman kefenî de û kefen girankirin, di heman demê de dê çareseriya pirsgirêkê jî giran bike. Gûmana me ji vê heye. Lê belê pirsgirêk, pirsgirêkekî lezgîne, cidiye û pirsgirêkekî xwe dipesêre. Di vî alî de em wisan difikirin ku, ger her du bi hev re di cihekê de bêne destgirtin dê giran bike.”

Karayilan li ser pirsa ‘sîstema serokatiyê dikare were nîqaşkirin, bi vê gotinê tê wataye hûn li dijî sîstema parlementeriyê ne?’ got: “Na. Tiştek wisan tune ye. em biryarek wisan nedaye. AKP’ê ji bo xwe ev biryar daye. Tê dîtin ku biryarbûnek ya bila sîstema serokatî were, em parlementerîmzê derbaz bikin. Wisan xuya dike ku ew hinekê du dilin, lê em ne wisanin. Em dibêjin, dema ku Tirkiye ji nû ve tê sererastkirin, kîjan sîstem ya herî guncawe dikare bê nîqaşkirin, pêwîste ji nîqaşê re vekirî be, li gorî me pêwîste hemû hêzên demokratîk, çep di serî de red nekin, bê nîqaşkirin, bila bînin ziman ku ew li dijî vê ne, binesaziya civakî ya vê çêbikin û wê demê sîstema herî demokratîk kîjane dê berê xwe bidin wê...”

DI PARADÎGMAYA RÊBER APO DE DESTHILATDARÎ TUNEYE

Karayilan destnîşan kir ku, di paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de desthilatdarî tune ye; “Em alîgirê sîstemekî ku herî baş Tirkiyeyê bigehîne binesaziyekî demokratîkin. Eger wisan nebe em ji vê re nabêjin erê. Ev yek. Ya duwem; raste îro serokatiyek xurt ya PKK’ê û gelê Kurd heye. Lê paradîgmayek vî serokatiyê heye. Yanî paradîgmaya AKP’ê cûdaye, paradîgmaya me cûdaye. Di paradîgmaya me de em dê bibin desthilatdar tuneye, civak dê bibe desthilatdar ev heye. Rêber Apo xwe weke rêber dide nasîn û bûyîna desthilatdar zêdetir, di paradîgmaya Rêber Apo de PKK bibe desthilatdar tuneye. Em partiyê li şûna desthilatdariyê weke hêzeke pêşeng ya îdeolojîk, veguhertina civakî, nûkirina civakê, pêşde birina civakê, çandekî nû, felsefeyî bidin dibînîn. Lê belê AKP weke organekî desthilatdariyê lê temaşe dike. Em jî partiyê weke pêşengê veguhertina civakê pênase dikin. Em dibêjin civaka demokratîk, siyaseta demokratîk û rêveberiya cewherî. Em erkê dewletê weke astengiyekî li hemberî demokratîkbûna civakê dibînin. Paradîgmaya me wihaye.”

Karayilan wiha pê de çû: “Bê guman Formula dewlet-demokrasiyê dibe? Yanî hema dewlet jî mirov nekarin bavêjin aliyekê.  Pergaleke ku 5 hezar saliye.  Nê çavdêriya me cuda ye.  Em dixwazin civak xwe bi rêveberiyê xwe birêve bibin.  Di esasa xwe de dewlet li pêş azadiya civakan û li pêş demokratîkbûnê astenge.  Erka dewletê di destê kê de be ew xwe tîne asta cudabûnekê. Yanî di pergalên kapîtalîzmê de ev wisa bû.  Di pergala Reel ya ku hat jiyîn de wisa bû.  Ji ber vê jî em projya nû ya civakî pêşniyar dikin.  Em dibêjin pergala ekolojîk û demokratîk.  Em dêbijin paradîgma.  Ji ber vê jî nabe yek.  Ya me cudatire.  Rêberê bi hêz, lê rêberê  ku civakê zêdetir pêşve diçeye.  An jî di wateya ku bibe desthilat de nîne.

PÊNGAVA YEKEMÎN TEMAM DIBE

Karayilan diyar kir ku jib o çareseriya pirsgirêka kurd çi berpirsyarî ketiye ser milê wan dê bînin cih û dê zêdetir bînin cih. Karayilan wiha got: “Agirbest, berdana dîl girtiyan û ya herî girîn jî vekişîn.  Di vê warî de  me gelek pêngavên girîng avêtin. Ev pêngava yekemîn bi taybet di mehên pêş de dê temam bibe. Yanî qedya.

Em ketin pêvajoya temembûnê. Ji ber vê divê pêngava duyemîn dest pê bike.  Pêngava duyemîn zêdetir bi mijarên makeqanûnî û zagonî eleqedere.  Ji ber vê jî divê hikûmet û dewlet zêdetir pêngavan bavêje.  Em vê her tim îfade dikin. Em li bende vê ne. Divê êdî pêngav bên avêtin.

HIKÛMET GIRTIYÊN XWEŞ JI BER KURDBÛNÊ BERNADE

Êdî gog bi hikûmetê re ye. Tiştên destpêkê divê bên kirin hene. Beriya guherîna makeqanûnê  we got paqjiya rê. Em jî her tim îfade dikin. Hikûmetê jî xwe daye sekinandin.  Li bende çi ye em jî niznain. Yanî çûn DYA û hatin.  Yanî hat fêmkirin ku pêvajoya Ocalan daye destpêkirin dê teqez bê pratîk kirin. Zemînên pêwist jî hatin avêtin.  Lê hinek pêngav hene divê bên avêtin mînak nexweşên giran di girtîgehan de hene. Divê bên berdan.  Nêzî 100 kesî ne.  Ji ber ku rewşa wan girane nekarin di girtîgehan de bimînin.  Ev jÎ ji berk u girtiyên kurdin. Newekheviyê dikin.  Divê êdî ev ji holê bêkirin.

Karayilan wiha pê de çû: “Di pirsigirêka kurd de pêvajoyeke ku dê êdî çek bê rakirin dest pê kirin. Ev Rêber Apo da destpêkirin.  Em jî pêk tînin.  Ji ber vê divê siyastmedarên kurd jî bên berdan.  Her kes jî dizane kesên di çarçoveya KCK’ê de hatine girtin tevli tu tiştekî îlegal nebûne.  Her wiha kanûna têkoşîna bi terorê re dîsa li Kurdistanê rêveberiya tenge.  Ma divdê ev ranebe? Bê guman divê rabe. Hikûmet dikare bi rehetî vê bike. Em jî dê pêngavên bi cesaret bavêjin.

LI DÊRSÎMÊ 44 QEREKOL TÊN ÇÊKIRIN

Em diwazin pirsgirêka ewlehiyê rabe.  Lê niha em dinêrin li her derê qerekol, projeyên leşkerî, bendav û hrw din tê çkirin.  Ev jî fikaran zêde dike.  Mînak em dixwazin civakek demokratîk a sivîl ava bikin.  Gelê kurd bi salane di bin şîdeta leşkeran de bû. Komkujî çêbûn.  Gel zarokên xwe ji tirsan nizanin çi bikin.  Niha li Dêrsîmê projeya  44 qerekolan dikin meriyetê. Ev çiye. Dagirkirina ji nû veye.  Gelê Dêrsîmê çiqas kişand? Gelo van projeyan wisa nekir? Êş bi gel neda kişandin?  Tişta ku em dizanin divê beriya agirbestê ev nebûna.

Divê hikûmet di van mijaran de pêngavên bi biryar û cesaret bavêje.  Bê guman astengî hene. Lê nokteya ku em hatinê, eve beşeke mezina  civakê çareseriyê dixwaze. Ger ku pêvajo pêşde biçe dê alîgirên çareseriyê zêde bin.  Erdogan dibêje her du alî jî dê nedin wendakirin, bidin qezenckirin.

Civaka Tirkiyeyê li bende aştiyê ye. Em jî dibêjin bila tu dayik negirîn, xwîn nerêje.  Em PKK di vî alî de bi biryarin.  Ger pêngav bên avêtin dê çareser bibe. Em ligel aştiyê ne. Gelê kurd li aliyê aştiyê ye.

Karayilan destnîşan kir ku wekê ku me her tişt qebûlkiriye, tê nîşan dan û got: “ Na. Ne wisa ye. Hêza me heye.  Ger me şer bixwesta me dê pêvajo neda destpêkirin. Pozîsyona me baş bû.  Yanî rewşa konjokturel a rojhilata navîn li gor başiya me ye.  Dewletên piştgiriyê didin me hene.  Hêzên me li her derê mewziya xwe danîne.  Sala borî bo me gelek baş bû.  Yanî şert û mercên şer li Tirkiyeyê hebûn.  Lê dê vê Tirkiye texrîb bikira.  Dê bida zorê.  AkP ket zehmetiyê.  Vê jî ev pêvajo da dest pêkirin.

Li Tirkiyeyê hêj rewşa bendava hilbijartinê heye. Gelek tiştên din.  Divê ev beriya makeqanûnê bên kirin. Yanî di vê mijarê de ez hêvîdarim Tirkiye tişta pêwist bike û pêvajo jî wisa pêş bikeve.

HINEK ALÎ ÇARESERIYÊ NAXWAZIN

Pirsgirêka kurd pirsgirêkek kur e.  Yanî tenê dewletekê du dewleta eleqeder nake.  Ev prisgirêkek herêmî ye, ya netewî ye.  Ev platformeke navnetewiye. Hun dizanin platforma Lozanê ye.  Li wir nehat çareserkirin.  Heta îro hat.  Gelê kurd jî pir êş kişand. Trajediyên mezin kişand.  Gelê kurd ev qebûl nekir. Li her çar paçeyên Kurdistanê serhildan hatin jiyîn.  Niha nokteya em hatinê ya çareseriyê ye.  Çareserî xwe ferz dike.  Ev jî ne hêsane.  Hêzên navnetewî û hêmî ji bo berjewendiyên xwe vê naxwaze. Hewldanên wan hene. Ev hem di nav dewleta Tirkiyeyê û hem jî li herêmê pêk tê.

DIVÊ HER DU ALÎ JÎ BI BIRYAR BE

Hinek tiştan li me ferz dikin.  Me j îli gorî vê pêngav avêt.  Min berê jî gotibû;  pêngavên hatine avêtin îradeya serbixwe ya PKK’ê nîşan dide.  PKK li herêmê xwedî hêzeke mezine.  Ev jî bi biryarên ku girtiye nîşan daye.  Berê digotin; têkiliyên wan yên navnetewî hene.  Bi dewletan re têkiliyên wan hene.  Digotin ev heval girêdayê wir e, nizanim kî girêdayê kê ye.  Bi vê yekê şerê psîkolojîk didan meşandin. PKK’ê bi îradeya xwe tevgera xwe ava kir.  Yanî divê mijarê de tenê xwe guhdarî dike, gelê xwe guhdarî dike. Wekê din kesî guhdarî nake. Serokatiya me jî ev dikir.

Em niha di pêvajoyek bi rîsk de ne.  Dibe ku mudaxaleyên cuda bibin.  Ev di alî Tirkiyeyê û AKPê de wihaye.”