Karayilan: Divê êdî Tirkiye bi berpirsyariyên xwe rabe
Karayilan: Divê êdî Tirkiye bi berpirsyariyên xwe rabe
Karayilan: Divê êdî Tirkiye bi berpirsyariyên xwe rabe
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku pêvajoya vekişîna gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê dewam dike û bal kişand berpirsyariyên Tirkiyê.
Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûrat Karayilan ji Rûdawê re axivî û rêveçûna pêvajoya çareseriyê nirxand.
Karayilan bibîr xist ku vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê demeke dûr û dirêj nagire, lewma divê tavilê gavên di qonaxa duyemîn de destpê bikin. Karayilan da xuyakirin ku dewleta Tirk heta niha berpirsyariyên xwe yên li pêşberî pêvajoyê bicih neaniye û weha peyivî:
"Niha siyasetmedarên kurd tenê ji ber ku Kurd bûn, tenê ji ber ku siyaseta Kurdîtiyê meşandine, çek bikar neanîn, di zindanê de ne. Divê ev siyasetmedar ji zindanê derkevin. Divê guhertin di siyasetên li dijî terorê de bên kirin. Herwiha divê benda hilbijartinan ku niha ji sedî 10 e kêm bike, ji ber ku bi sedema vê bendê partiyên kurdî nikarin beşdarî hilbijartinan bibin."
Karayilan diyar kir, ku Tirkiye ti ji van gavan neavêtiye û dewletê siyaseta xwe ya der barê vê pirsgirêkê de eşkere nekiriye.
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, siyaset Hukûmeta Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî pêvajoya aştî û çareseriyê erênî dît û got, "Her kesî ji bo azadiya Serop Apo îmze kiriye. Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî îmze kiriye. Hewl jî dide ji bo vê babetê. Hêvîdar im ku di alîkariyê de berdewam be."
Karayilan di hevpeyvîna xwe de, der heqê Rojavayê Kurdistanê de xwest, hemû partiyên Kurd bi yekgirtî tevbigerin û ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî destnîşan kir, ku ew alîgirê dewama agirbesta navbera hêzên PJAK'ê û Komara Îslamî ya Îranê de ne.