Karayilan bang li Yekitiya Ewrûpa kir
Karayilan bang li Yekitiya Ewrûpa kir
Karayilan bang li Yekitiya Ewrûpa kir
Serokê Konseya Rêvebera a KCK'ê bang li Yekitiya Ewrûpayê kir, ku PKK'ê ji lîsteya "rêxistinên terorîst" a Yekitiya Ewrûpayê derxîne. Karayilan got, "YE bi derxistina PKK'ê ji vê lîsteyê re dikare piştgiriyê bide pêvajoyê. Eger vê neke, hingî wê pêwendiya wê bi pêvajoya aştiyê re tinebe."
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, ji yek ji rojnameyên sereke yên Awûstûryayê Die Presse re axivî û bersiv da pirsên nûçegîhan Wîeland Schneder. Di hevpeyvîna duh a rojnameyê de, bersiv ji pirsên i ser rojeva rojane re hat dayîn û ji welatên rojava re jî peyamên girîng hatin dayîn. Karayilan da xuyakirin ku, di pêavjoya çareserî û aştiyê de qonaxa yekemîn li ber qedandinê ye û got, "Niha jî, ji bo qonaxa duyemîn divê Tirkiye gavan bi avêje."
Karayilan diyar kir k pêvajo dîrokî ye û anî ziman ku, bûyerên Parqa Gezî jî nîşan dan ku divê Tirkiye demokratîk bibe û got, "Ez ne bawerim ku ev bûyerên diqewimin bandoreke neyînî li pêvajoyê bike. Bi dîtina min, ev daxwaza demokratîkbûyînê divê bi daxwaza aştiyê ya Kurdan re bibe yek. Bêguman di nava xwepêşandêran de neteperest, nijadperest jî hene. Eger însiyatîf ji dest were berdan, ev tevger dikare dikeve rêyeke şaş."
"LÎSTEYE RÊXISTINÊN TERORÎST NAYÊ QEBÛLKIRIN"
Karayilan da xuyakirin ku, divê êdî AKP fêm bike demokratîkbûyîna Tirkiyê bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û li ser pirsa der heqê hebûna PKK'ê li nava lîsteya "rêxistinên terorîst" a Yekitiya Ewrûpayê ev nirxandin kir:
"Ev rewş nayê qebûlkirin. Em behsa tevgereke ku bi milyonan Kurd bi sempatî nêzî dibe. Gelo divê Yekitiya Ewrûpa piştgiriyeke çawa bide pêvajoya aştiyê ya me bi Tirkiyê re dane destpêkirin? Dikare derxistina navê tevgera Kurd ji nava lîsteya "rêxistinên terorîst" dest bi piştgiriyê bike. Eger ve neke, hingî wê xuya bibe ku Yekitiya Ewrûpa eleqeyê nîşanî pêvajoya aştiyê nade."
Der heqê pirsa, "Hukûmeta Tirk ji ber rewşa li Sûriyê bi PKK'ê re ket nava diyalogê?" Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan ev bersiv da; "Dibe ku bandora wê hebe, lê sedema bingehîn ne ev e. Sedema bingehîn ew e ku me li Kurdistana li Tirkiyê bi gelê Kurd re dest bi operasyona şoreşger kir. Ji ber rewşa li Sûriyê, li herêma Kurdan otonomiyeke defacto çêbû. Xurtbûna pozîsyona aliyê Kurd, hukûmeta Tirk bi hêrs kir."
Karayilan herî dawî li ser pirsa "Pêwendiya PYD'ê bi PKK'ê re heye yan? PKK li Sûriyê xwedî rêxistinekê ye na?" Karayilan weha peyivî: "Ti bask an jî rêxistineke PKK'ê li Sûriyê tineye. Li Sûriyê gelek partiyên krud hene, yek ji van jî PYD ye. Cûdahiya PYD'ê ew e ku, îdeolojî û felsefeya Serokê me Abdullah Ocalan ji xwe re esas digire. Gelek rojnamevan heman pirsê dikin. Serokê me Ocalan zêdeyî 300 pirtûk nivîsand. Gelekî normale ku partiyek an jî şexşek ji xwe re vê îdelojiyê bipejirîne."