Karasû: Vekişîn hemleyek a têkoşînê ye
Karasû: Vekişîn hemleyek a têkoşînê ye
Karasû: Vekişîn hemleyek a têkoşînê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû da zanîn ku vekişîn parçeyek ji projeya çareseriya demokratîk e û got: “Ev ne vekişîna ji têkoşînê ye, em vê yekê weke hemleyeke têkoşînê dinirxînin. Em vê yekê weke hemleyek a xurtirkirina têkoşînê ye û afirandina projeyan e.” Karasû destnîşan kir ku nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka vekişînê, nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd e.
Piştî pêvajoya demokratîk a aşitiyê ji bi înîsiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, vekişîna hêzên gerîlayan ji bo Bakûrê Kurdistanê bo Herêmên Parastinê yên Medyayê di rojevê de ye. Bi vî awayî her tim mîna pêvajoya vekişîna gerîlayan a sala 1999 tê dayin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû pêvajoyê ji ANF’ê re nirxand û bal kişand ser cûdahiyên di navbera vekişîna 1999’an û banga vekişînê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroz 2013 de kir.
Karasû diyar kir ku vekişîna sala 1999’an piştî komploya navneteweyî, di şert û mercên komployê û di şert û mercên pir dijwar de pêk hat û got: “Tevgereke topyekun a tasfiyekirinê hebû. Li aliyeke din tevgera me dê li hemberî vê yekê şereke fedayî pêş bixistiba, lê Rêber Apo şerê dijwar guncaw nedît. Bi vê yekê hizira sedsala tê kir û diheman demê de hizra xeteriya doza xwîndariyê kir. Jixwe şereke wiha dê komploya navneteweyî dijwartir bikiriba. Her wiha xwest ji bo çareseriyê firsendê bide hukûmet û dewleta Tirk. Xwest berê wana bide ser çareseriya pirsgirêka Kurd.”
PÊVAJOYA 99’Ê BI YEK ALÎ PÊŞ KET
Karasû ku got: “Ev ji bo pêşîlêvekirina projeya çareseriya demokratîk taktîkek rast bû”, destnîşan kir ku dewleta Tirk ji destpêkê ve vê yekê weke lawaziyekê dît û bal kişand ku di encamên operasyonên di vê çarçoveyê de pêk hatin bi sedan gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Karasû got: “Ev yek bi awayeke yek alî pêş ket. Tişta ku divê wê demê bihata kirin ew bû. Ji bo şkandina şovenîzma li Tirkiyeyê pêwîst bû. Em di wê baweriyê de bûn ku pêvajoyeke wiha ji bo şert û mercên têkoşîna Kurdan û ji bo şert û mercên erênîtir baştir bûn. Lê weke me got windahiyên mezin çêbûn.”
DI NAVBERA HER DU VEKIŞÎNAN DE CÛDAHÎ HENE
Mûstafa Karasû binê wê yekê xet kir ku ferqên ciddî di navbera pêvajoya vekişînê ya 99’an û ya vê carêde heye û got ku gerîlayan di vî warî de tecrube qezenç kirine. Her wiha, destnîşan kir ku di vê demê de karekterên pêvajoya vekişînê cûda ne û got: “Vekişîn di demek de ku têkoşîna me xurt bûye û AKP tengav bûye pêk tê. Ji bo serxistina hemleya projeya çareseriyê em vê yekê dikin. Em dixwazi vekişînê pêk bînin û bi vê yekê dewleta Tirk û AKP’ê xistin nava pêvajoyê û bi siyaseta demokratîk encamê bigirin.”
PIŞTÎ VEKIŞÎNÊ DÊ PÊNGAVÊN DIN BÊN AVÊTIN
Karasû pêngavên ku dê di vê pêvajoya çareseriyê de pêk bên wiha rêz kir: “agirbest, vekişîn, piştî vekişînê guhertinên makeqanûnî, li ser esasê van guhertinan çareserî û pêngava normalbûnê” û destnîşan kir ku mirov nikare pêngava vekişînê ji vê vana cûda bike. Karasû da zanîn ku ev yek ne weke pêvajoya vekişîna sala 1999’ê pêvajoyeke yek alî ye.”
NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ VEKIŞÎNÊ, NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ PIRSGIRÊKA KURD E
Karasû destnîşan kir ku ew nêzîkatiyên li hemberî vekişîna hêzên gerîlayan weke nêzîkatiyên li hemberî pirsgirêka Kurd dinirxînin û got ku kesên ku bi ciddî nêzîkê pirsgirêkê dibin, dê vê yekê weke parçeyeke çareseriyê bibînin û destnîşan kir ku tişta berûvajoyê vê yekê tê wateya berdewamkirina şereke sedsalan.
Karasû got: “Nêzîkatiya li hemberî vekişînê, nêzîkatiya lihemberî pirsgirêkê ye. Gava mirov bixwaze nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd çawa ye divê mirov li gotûbêjên derbarê vekişînê de binêre. Du nêrînên li hemberî vekişînê hene. Ya yekem vê yekê weke parçeyeke çareseriyê dibin. Ya din jî weke tasfiyekirina tevgera azadiya Kurdan û gerîlayan dibînin.” Karasu diyar kir ku hin derdor ne ku dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, dixwazin PKK’ê tune bikin û destnîşan kir ku ne AKP, ne çapemeniya Tirk û ne jî ev derdor bi awayeke cidî nêzîkê pêvajoyê nabin û got: “Dibêjin pirsgirêka me ya terorîzmê heye. Dibêjin ger biçin, dê pirsgirêk bi dawî bibe.
Ma li Tirkiyeyê karê herî ciddî ne pirsgirêka Kurd e? Ne pirsgirêka gerîlayan e? Ev çil sal in bi bêciddiyetî nêzîkê vê karê ewqas ciddî dibin. Ger pirsgirêka Kurd çareser nebe, PKK’yek tune bibe, dê PKK’yeke din derbikeve holê. Yên ku wisa nêzîk dibin, rast nêzîk dibin. Yên ku wisa lê nanêrin û dibêjin pirsgirêka sedsalan pirsgirêak terorê ye, pirsgirêka PKK’ê ye, pirsgirêka terorê ya PKK’ê ye, heta îro tu pêngaveke neavêtine, ev yek tê wê wateyê ku dê ji niha pêve jî neavêjin û vê polîtîkaya xwe bimeşînin.