Karasû: Em vê asta heyî deyndarê giyana 14'ê Tîrmehê ne

Karasû: Em vê asta heyî deyndarê giyana 14'ê Tîrmehê ne

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Mûstafa Karasû, di nirxandina xwe ya bi wesîleya 31. salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd, vê asta xwe ya heyî deyndarê giyana 14'ê Tîrmehê ye."

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Mûstafa Karasû, ropotajek da ANF'ê û bi wesîleya salvegera Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmeha sala 1982'an a li zîndanên Amedê ji aliyê kadroyên pêşeng ên PKK'ê M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ve hat destpêkirin, nirxandin kir.

Karasû bal kişand ser şert û mercên destpêkirina Rojiya Mirinê ya Mezin û diyar kir ku gava çalakiyê destpê kir darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê di sala xwe ya duyemîn de bû. Karasû got, "Hingî civak, tevgerên şoreşger bi temamî hatibûn bêdengkirin, hikumdariya dewletê bicih bûbû. Darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê bi vî rengî ti astengî li pêşiya xwe nedidît. Di rewşeke bi vî rengî de berxwedana 14'ê Tîrmehê pêk hat. Ev berxwedan, li aliyekî ve bersiv ji darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê re bû. Di wan şertan de bêdengî ne tenê li derve bû, li hundur jî bi zextên giran bêdengiyeke mezin hatibû afirandin, pêşî li axaftina li dadgehan hatibû girtin û zexta mikurhatin-nokeriyê dihat kirin. Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê dîtin ku, dewleta Tirk dixawze di kesayetiya girtiyên Kurd yanî kesayetiya girtiyên PKK'ê de hêviya azadiyê ya gelê Kurd li Zîndana Amedê di nava beton de veşêre. Ji bo nîşan bidin ku dewleta Tirk wê nikaribe xwe bigihîne vê armanca xwe û PKK jî wê soza xwe bicih bîne, Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha sala 1982'an destpê kir. Dewleta Tirk ne li benda berxwedaneke bi vî rengî bû. Lê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê dîtin ku helwesta wan wê bandorê ne li 10 salan li 100 salên pêşiyê bike, bi briyardariyeke mezin dest bi rojiya mirinê kirin. Nîşan dan ku di şertên herî giran de dikarin xwedî li Kurdistanê derkevin. Ev sekna girîng, bandoreke mezin li civakê kir. Civakê dît, ku PKK'yî, kadroyên pêşeng ên PKK'ê şert û merc çi dibe bila bibe, di nava her zor û zehmetiyan de li ber xwe didin, serî na tewînin û soza xwe bicih tînin. Vê yekê moraleke mezin da gel."

'DUH EM 6 KES BÛN, ÎRO 16, SIBÊ EMÊ BIBIN BI MILYONAN'

Karasû diyar kir ku wê demê li Kurdistanê bêdengiyeke mezin hebû û pêşeroja PKK'ê, pêşeroja gelê Kurd ne diyar bû. Karasû got, "Di roja îro de mirov bi moral in, gerîla heye, gel heye. Lê wê demê ti tişt tinebûn. Di rewşeke tinebûnê de, baweriya bi PKK'ê, baweriya bi Rêber Apo, baweriya bi pêşeroja gelê Kurd, baweriya bi serketina tevgerê, ne tiştekî hêsan bû. Sekneke xwe dispart îdeolojiyê, sekneke siyasî bû. Di van şertan de, berxwedan gelekî watedar û bi nirx e. Îro herkes dikare bibe xwedî bawerî, dikare têbikoşe, dikare bi hêviyeke mezin li pêşerojê binêre. Lê wê demê, di rewşeke ku li Kurdistan û Tirkiyê bêdengiyeke mezin hebû, li girtîgehan zextên giran hebûn, parastina hêviyê, parastiya baweriya bi pêşeroja gelê Kurd, kesayetiyeke xurt a şoreşgerî bû."

Karasû diyar kir ku di wê demê de gelek pêşketinên girîng jî rû dan û destnîşan kir ku Kemal Pîr pêşeroj didît û got, "Di rojiya mirinê de digot; "Duh em 6 kes bûn, îro bûn 16, sibê emê bibin milyonan. Dema ber bi mirinê ve diçû, teqez bi serketina têkoşîna azadiyê ya PKK'ê ve piştrast bû. Ji wê rojê û vir ve gelek pêşketinên girîng rû dan. Divê giyana berxwedana 14'ê Tîrmehê baş were zanîn. Ji ber ku wan di şert û mercên zehmet de, hest û rêbaza serketinê afirandin. Piştî berxwedana 14'ê Tîrmehê, gel û kadro gihaşt wê hêzê ku di şert û mercên giran de karibin li ber xwe bidin. Gel, gerîla û tevgera azadiyê li berxwedana 14'ê Tîrmehê temaşe kirin, di şert û mercên giran de li be xwe dan û gihaşt roja îro. Eger îro têkoşîna gelê Kurd gihaştiye roja îro, ev bi giyana berxwedêrên 14'ê Tîrmehê pêk hatiye."

DARBEYA 12'Ê ÎLONÊ TÊK ÇÛ

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku, ji bo wan darbeya 12'ê Îlonê têk çûye, Kenan Evren têk çûye. Karasû got, "Eger îro Kenan Evren di 90 saliya xwe de derdikeve pêşberî dadgehê, hemû generalên darbeya 12'ê Îlonê îro bêbandor bûne, ev yek encama berxwedana salên 80'yî ye. Giyana wê berxwedanê jî, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê kemal Pîr, M. Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek in."

Karasû diyar kir ku pêvajoya heyî ya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd di encama têkoşîna 40 salan a bi giyana Kemal, Xeyrî, Akîf û Eliyan derketiye holê û got, "Em vê pêvajoyê deyndarên şehîdên xwe ne. Eger têkoşîna bi dehan salan a şehîdên me nebûya gelo dewleta Tirk wê Kurd cidî bigirta? Dewleteke ku her şêweyên heqaretê li gelê Kurd dike, dixwaze gelê Kurd ji holê rake, gelo wê li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin bikira? Îro heyeta BDP'ê navbeynkariyê dike, eger keda şehîdan nebûya, ev dikarîbû pêk bihata? Nexêr. Ji ber vê yekê, Rêber Apo di encama têkoşîna 40 salan de pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad da destpêkirin û di 9. Civata me ya Giştî de jî hêviya serketina vê pêvajoyê hebû."

GELÊ KURD NE WESTIYAYE

Karasû da xuyakirin ku polîtîkayên AKPê yên dewletê çi dibe bila bibe, hêvî û baweriya serketina helwesta Rêber Apo heye û got, "Ev baweriya me, xwe dispêre têkoşîna me ya 40 salan, xwe dispêre giyana 14'ê Tîrmehê. Giyana 14'ê Tîrmehê, di her şert û mercên zehmet de giyana serketinê ye, lewma bawerî heye ev pevajo biçe serketinê. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nîşan da ku bi giyana 14'ê Tîrmehê ne 10 sal ew dikare 100 salên din jî li ber xwe bide. Bêguman em hewl didin pêvajoya çareseriya demokratîk biser bikeve, lê eger pêwîst bike emê bi giyana 14'ê Tîrmehê ya Kemalan, Xeyriyan, Akîfan û Eliyan 10 salên din jî li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Gelê me ne westiyaye. Çapemeniya Tirk dinivîsîne dibêje gelê Kurd westiyaye. Gelo hûn di nava gelê Kurd rewşeke westiyayî dibînin? Dev ji westandinê berde, gel dibêje emê bi têkoşînê bi şer bi ser bikevin. Gel di vê mijarê de bi rastî amade ye. Gel ne westiyaye, gel bi coş e. Heman giyan li Civata Giştî ya Kongra-Gel de jî hebû. Rastiyeke Kongra-Gel a ji her şêweyên têkoşînê re amade, li holê heye. Lewma sekna delegeyên di 9. Civata Giştî de, ji bo pêşerojê hêviyeke mezin da me."