Kapasîteya enerjiya ji nû ve dikare bê bikaranîn ji sedî 8,3 zêde bû

Li gorî rapora ajansa enerjiya ji nû ve dikare bê bikaranîn a navneteweyî (Irena) ku 140 welat endamê wê ne, hilberîna enerjiya zerarê nade xwezayê, par ji sedî 8,3 zêde bûye.

Li gorî rapora ajansa enerjiya ji nû ve dikare bê bikaranîn a navneteweyî (Irena) ku 140 welat endamê wê ne, hilberîna enerjiya zerarê nade xwezayê, par ji sedî 8,3 zêde bûye. Di raporê de hat ragihandin kapasîteya enerjiya ji nû ve dikare bê bikaranîn par 153 gîgawatt zêde bûye û hat destnîşankirin, zêdebûn bi giranî di enerjiya rojê de pêk hatiye.

Li gorî rapora Irena, di sala 2015'an de li gelemperiya cîhanê enerjiya rojê ji sedî 26, enerjiya turbînên ba ji sedî 17, enerjiya bîo ji sedî 5 û enerjiya Hîdro ji sedî 3 zêde bûne.

Di sala 2015'an de kapasîteya enerjiya ji nû ve dikare were bikaranîn gihaşt 1.985 gîgawatt. Di vir de para enerjiya hîdroyî hînê gelekî bilind e û ji sedî 61 e.

Di raporê de bal hat kişandin ser rola kêmbûna maliyeta hilberînê ya di zêdebûna vê hilberînê de û hat gotin, maliyeta enerjiya ba, ji sala 2010'an û vir ve ji sedî 45 kêm bûye.

Rêjeya zêdebûna enerjiya ji nû ve dikare bê bikaranîn li herêmên cuda yên cîhanê balê dikişîne. Li Amerîka Navîn û Karabîkan ji sedî 14,5, li Asyayê bi taybetî li Çîn û Hîndîstanê ji sedî 12,4 zêde bû. Ji sedî 58 ê razemeniyên par ji bo vê enerjiyê hatin çêkirin, li parzemîna Asyayê ne.

Li Bakurê Amerîkayê li gorî sala 2014'an ji sedî 6,3 zêde bû. Li Ewropayê ev rêje ji sedî 5,2 ye.