Kanada sûcdariyên giran ên zayendî yên di nava artêşê de qebûl kir

Artêşa Kanadayê ku bi êrîşên zayendî yên li dijî leşkerên jin û hevzayendan di rojevê de ye, qebûl kir ku 'pirsgirêka êrîşê û tacîza zayendî ya bê nîqaş' heye.

Artêşa Kanadayê ku bi êrîşên zayendî yên li dijî leşkerên jin û hevzayendan di rojevê de ye, qebûl kir ku 'pirsgirêka êrîşê û tacîza zayendî ya bê nîqaş' heye.

Her çend li gorî hejmarên fermî salane 178 gilî hatibin kirin jî, tê zanîn ku ne Wezareta Parastinê ne jî komîsyona lêkolînê ya taybet, asta mijarê bi têrkerî aşkera kirine.

Di daxuyaniya fermî ya artêşa Kanadayê de hat qebûlkirin ku di nava artêşê de li hemberî jinan û hevzayendan êrîşên zayendî hatine kirin. Artêşa Kanadayê ku qebûl kir di bin sîwanê wê de 'problema êrîşê û tacîza zayendî ya bê nîqaş' heye, soza da ku ew ê li gorî 'pêşniyarên' komîsyona lêpirsîna taybet a beriya niha li ser mijarê lêkolîn kiribû, tevbigere.

Der heqê êrîş û tacîza zayendî ya li nava artêşa Kanadayê de li kovarên MacLean's û L'Actualite nûçeyeke berfireh hatibû weşandin. Piştî ku di çapemeniyê de hat weşandin Dadgera Dageha Bilind a Berê ya Wezareta Parastinê Marîe Deschamps, ji bo serokatiya komîsyona lêkolînê hatibû wezîfedarkirin.

Lê belê ne Wezareta Parastinê ne jî di rapora taybet a li ser mijarê de, agahiyên berfireh der heqê êrîşên zayendî yên li nava artêşê de diweşînin. Li gorî daneyên fermî, leşkerên mexdûr di navbera salên 2002 û 2012'an de salane 178 gilî kirin.