Kamyoneta ku çû rexa rê 4 kes kuştin
Kamyoneta ku çû rexa rê 4 kes kuştin
Kamyoneta ku çû rexa rê 4 kes kuştin
Li Çewlikê kamyoneta du kabîneyên wê heyî ji rê derket û li 4 kesên rexa rê da û kuştin, kesek jî birîndar kir.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, qeza piştî nîvro 8’mîn kîlometreya li ser rêya Çewlik-Mûşê rû da. Kamyoneta du kabîneyên wê heyî ku Şahap Okan di ajot ya plaqeya wê 12 AC 841, li gorî îdiayan ji ber sedema leza zêde û nehişyariyê wesayît ji rê derket û ket nava welatiyên li rexa rê. Nazîme Alku (50), Ayşe Budakli (45) û Mîhrîban Erdogan (18) li cihê bûyerê Vecîde Erdogan (80) jî dema ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Kesek din yê di qezayê de birîndarbûyî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê.
Ajovanê wesayîtê Şahap Okan hate binçavkirin, lêpirsîna têkildarî qezayê didome.