Kampanya ji girtiyan re pirtûk a KA-YODER'ê dewam dike

Kampanya ji girtiyan re pirtûk a KA-YODER'ê dewam dike

Endamên Komeleya Xwendekarên Welatparêz ên Zanîngeha Kafkas (KA-YODER) kampanya xwe ya "Ji girtiyan re pirtûk" dewam dikin.

Endamên Komeleya Xwendekarên Welatparêz ên Zanîngeha Kafkas (KA-YODER) ji bo girtiyên li girtîgehan bi sedan pirtûk berhev kirin. Pirtûkên hatin berhevkirin, li avahiya komeleyê ya li kolana Ataturk hatin pakêtkirin û ji girtîgehan re hatin şandin. Vê heftê bi giştî 100 pirtûk ji girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê re hatin şandin.

Rêveberê KA-YODER'ê Îbrahîm Dûrsûnoglû der heqê kampanyayê de agahî da û got, "Di çarçoveya kampanya pirtûkên ji bo girtiyên azadiyê de, emê vê heftê pirtûkên kom bikin ji girtiyên li Girtîgeha Tîpa H ya Erzîromê re bişînin. Kampanya di vê çarçoveyê de dewam dike. Em li benda alîkariya hemû hevalan e."