Kalkan: Civak tekparêziyê red dike
Kalkan: Civak tekparêziyê red dike
Kalkan: Civak tekparêziyê red dike
Endamê Konseya Rêvebe a KCK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku bi berxwedana Parqa Gezî re, sebra civakê nemaye di bin siya pergala heyî de bijî. Kalkan destnîşan kir ku êdî civak tekparêziyê red dike.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan, doh bi şev di bernameyeke NÛÇE TV de li ser mijarên nêrîna tevgera Kurd li berxwedana Parqa Gezî û şerê dawî li Rojavayê Kurdistanê diqewime de, daxuyaniyên girîng da.
Kalkan diyar kir ku di bûyerên bi Parqa Gezî re destpê kir de, beşên cûda yên civaka Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan dane û got, "Ev yek nîşand ide, ku êdî sedbra vê civakê nemaye di bin siya pergala heyî de bijî. Sebri ji bê-demokrasîbûnê nemaye. Ji vê rêveçûnê re dibêje êdî bese. Diyare ku ne rêxistinkirî, ne plankirî ye. Lê bi awayekî zelal nîşan dide ku di nava civaka Tirkiyê de nerazîbuûnek heye."
"AKP'Ê GAVÊN DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ NEAVÊT"
Kalkan ragihand, ku ev nerazîbûna civakê xwe dispêre rêvberiya despotîk a 40 salên dawî bi darbeya 12'ê Adarê re destpê kir û di roja îro de jî têgihiştina rêveberiya AKP'ê ya tekparêzî, ev nerazîbûn zêde kiriye.
Kalkan di vê mijarê de weha peyivî: "Gelo nekarîbû pêşî li van bê girtin. Ya rast, bi pêvajoya nû ya çareseriyê re dikarî pêşî li van bûyeran bihata girtin. Eger AKP'ê rast nêzîk bibûya, serî negerandibûya û gavên demokratîkbûnê yên pêwîst biavêtibûya, hingî ev nerazîbûn ewçend zêde nedibûn. Rêber Apo rê vekir, tevgera me rê vekir û ji bo pêvajoyeke nû berpirsyariyên dikevin ser milê xwe bicih anîn. Me dîl serbest berdan, agirbest bû û gerîla vedikişin. Berî dema wê bê, aliyê Kurd ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê her tişt kir. Lê li beramberî vê AKP çi dike, paşve dixe, serî digerîne. Piştî du mehan, dawiya vê hefteyê bi Rêber Apo re hevdîtin hat kirin. Bi hevdîtinên 2 mehan carekê gelo pêvajo dimeşe? Nameşe. Ev helwesteke derenghiştinê ye. Civak li hemberî vê neraziye, bi lezgînî demokrasiyê dixwaze. Di bin vê despotîzma faşîst de êdî sebra civakê nemaye di rewşe bêdemokratîk de bijî. Ev derdikeve holê."
"YÊN DIXWAZIN KURDAN BIKIŞÎNIN ENIYA XWE, LIDÛ PROVOKASYONAN E"
Dûran Kalkan bal kişand ser êrişên li Rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê û vê yekê weke provokasyona hin hêzên dixwazin Kurdan bikişînin nava şer, bi nav kir. Kalkan da xuyakirin, ku Kurd wê vê rewşê qebûl nekin û got, "Kurd bi xeta sêyemîn, xeta civaka demokratîk derket holê û hebûna xwe parast. Weke parçeyek ji Sûriyeya Demokratîk, Rojava nirxand û pêş xist. Li gel hemû provokasyonan jî, bi biryardarî ev xeta xwe parastin û pêş xistin. Vê yekê bi ser xist, şoreşa 19'ê Tîrmehê pêk anî. Li Rojava gelek pêşketinên girîng rû dan. Û gava yekemîn a Sûriyeya demokratîk bi Rojava hat avêtin. Rojavayê Kurdistanê bû pêşeng, hêza aramiyê û modêla nû ya Sûriyeya demokratîk. Li gel vê yekê jî, ev hêzên li dû provokasyonê ne, ji daxwazên xwe venegeriyane. Sedemeke pevçûnan jî ev e."
Kalkan ragihand, ku hewldana çareseriya bi rêya dîplomasî û lihevkirinê ya navbera DYE û Rûsyayê, bandora xwe li hêzên çekdar kiriye û diyar kir, ku aliyên şer hewl didin şerê xwe mezin bikin û derxînin asta mezhebî û qewmî. Kalkan da xuyakirin ku her hêz hewl didin ji xwe re cihekî xwedî bandor ava bike û got, "Niha jî hin hêz hewl didin herêmên Kurdan bixin bin bandora xwe. Şerên li Efrîn û Helebê, xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ne."
Kalkan di vê mijarê de weha peyivî: "Lê belê li Heleb, Efrîn û Cizîrê, sedema rewşa dawî derketiye holê, bi pêvajoya çareseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê ve girêdayî ye. Hin hêzên li dijî vê pêvajoyê hene. Ew dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin. Ji bo vê jî serî li gelek provokasyonan didin. Komkujiya Parîsê yek ji van e. Provokasyonên li Zanîngeha Dîcleyê jî bi vî rengî ne. Şer û êrişên li Rojava jî pêwendiya xwe bi vê rewşê heye. PDK'ê sînor girt, rêveberiya Sûriyê li taxên Kurdan ên li Helebê xistin, çeteyên pêwendiya wan bi Tirkiye, PDK û mûxalefetê hene, êrişî Efrînê kirin. Pêwendiya van hemûyan bi pêvajoyê re hene. Dijberên pêvajoya çareseriyê bi xurtkirina şer li Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, dixwazin pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê sabote bikin. Dibêjin eger li Rojava şer hebe, pêvajoya çareseriyê li Bakur nameşe. Kurd di vê mijarê de hestiyar in. Divê Tevgera Azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê gelekî baldar be û li dijî provokasyonan têbikoşe."