Jiyana Bûlût hînê di xeteriyê de ye

Jiyana Bûlût hînê di xeteriyê de ye

Rewşa tenduristiyê ya Metîn Bûlût ê di encama hovîtiya leşkerên Tirk a li gundê Hêzan a Licê de bi giranî birîndar bû, di xeteriyê de ye.

Jiyana Metîn Bûlût ê di dema şermerzarkirina qereqola Hêzan a navçeya Amed Licê de ji ber gulereşandina leşkerên Tirk birîndar bû, hînê di xeteriyê de ye.

Li Gundê Hezanê yê Navçeya Liceya Amedê di 28 Hezînadê de di şermezarkirina avakirina qereqola gund de leşkeran gulbarandin ser gel û di encama gulebarandinê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da, 10 kes birîndar bûn. Refika Jiyan Bulut, Nihat Kocakaya û Ronida Pervane yên birindarbûn bi ambilasan rakirin Nexweşxaneya Tibê ya Zaningeha Dicleyê ya Amedê û li wir birînên wan tên dermankirin. Her wiha Nebi Aslan ku ji lingê xwe birindar bû li Nexweşxaneya Tipê ya Zaningeha Dicleya Amedê de hin tê dermankirin û Veysî Özmal yê ku di nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdê ya Amedê hat derxistin. Di derbarê Ramazan Çakil yê di tip ya Zaningeha Dicle ya Amedê de tên dermankirin û Dinar Demir yê ku di nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdê ya Amedê de tên dermankirin hin ti agahî nehatin wergirtin.