Jinên ji Rojhilata Navîn li Amedê hatin gel hev

Jinên ji Rojhilata Navîn li Amedê hatin gel hev

Ji gelek welatên Rojhilata Navîn jin ji bo amadekariyên Duyemîn Konferansa Jinan a Cîhanê li Amedê hatin gel hev. Jinan di serî de tehdîda DAIŞ kirin rojeva xwe û wê çalakiya nobetê ya li Pirsûsê ziyaret bikin.

‘Civîna Amadekariyê ya Herêmê ya Rojhilata Navîn’ a ji bo Duyemîn Konferansa Jinan a di sala 2016’an de wê li Nepal pêk were li Amêdê hat lidarxistin.

Di serî de jinên ji 4 parçayên Kurdistan ji Afganistan û Tunus jî ku jin tevlî bûn li Salona Konferansê ya Şaredariya Rezan pêk hat û du rojan dewam kir.

Di civînê de jinan têkildarî rojev û pirsgirêkên li welatên xwe ku rapor pêşkeşkirin tehdîda DAIŞ jî nîqaş kirin.

Hin axaftinên jinan ên di civînê de:

Aktîvîsta Jin a Elman Monîca Gaertner: Tevayî mirovên li cîhanê rewşa li Kobanê  temaşe dikin. Bi tirs temaşe dikin. Lê (Kobanê) ji bo jinan peyameke serhildanê ye.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak: DAIŞ herî zêde ji bo jinan talûke ye. Em ê netirs in û nerevin. Dibe ku berdêla wê mezin be. Li ser navê jinan û mirovatiyê em ê têkoşînê qezenc bikin.

Aktîvîsta Navenda Pêwendiyan a Jinên Kurd (RPAK) Meral Çîçek: Jin ji aliyê DAIŞ ve li bazaran hatin firotin. Wek koleyên seksê firotin çeteyan. Li hember vê gelek jinên bêçare man xwe întixar kirin. Li hember wan êrîşan jinên Başûrê Kurdistanê, tevlî Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan (RJAK) û parastina xwe ya cewherî pêş xistin.

Ji Îranê Zîlan Neqede: Li Îranê çiqasî serhildana jinan zêde dibe şidet jî dijwar dibe.

Sana Shalaldah a Filistînî: Tevî şert û mercên zehmet ên şer jî divê bi rêya sazî û rêxistinan em hêzên xwe bikin yek û têbikoşin. 

Ji Lubnanê Saada Dîp Alwa: Li welatên biçûk ku hewl didin çanda mêtinkariyê belav bikin şidet zêde dibe.

Ji Afganistanê  Amilia Spartak: Ji 35 salan zêdetir e jinên Afganî di nav şer de ne. Piştî tehdîta Talîban gelek jin ji jiyana kar hatin dûrxistin. Li hember jinan bi taybet êrîşên cinsî pir zêde bûn.

Ji Misrê Nour Alhadazakî: Di nav malê de jinê tenê wek hevser û ya zarokan tîne dinê digirin dest. Jin li Misrê di temenekî biçûk de tên zewicandin. Di qanûnan de tê gotin ku zarokek dikare 9 salî bizewice.

Salwa Benafîaep Gîga ya Tunusî: Di destûra bingehîn de gotina, ‘Jin di nav malbatê de temamker e “ heye. Em ê jî  ‘Tu carî wek jin nebin temamker’ û derkevin kolanan.

KJAR NAMEYA CELALIYAN RAGIHAND

Nameya Zeynep Celaliyan a ku ev 7 sal in ji aliyê dewletê Îranê ve hatiye girtin û ewil cezaya darvekirinê lê hate birîn û piştre jî ev ceza vegerandin muebetê ji wan re şandiye di Civîna Amadekariyê ya Herêmîya Rojhilata Navîn a ji bo 2'yemîn Konferansa Jinan a Cihanê tê lidarxistin de hate xwendin. Koma Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) jî bang li hemû jinan kir ku ji bo Celaliyanê bikevin nava hewldanan û ji bo azadiya girtiyên siyasî têbikoşin.

Siyesatmedara jin a Kurd Şîrîn Elamhulî di 2008'an de piştî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin 2 salan rastî îşkenceyên giran hat û bêyî mafê parastinê cezaya darvekirinê lê hate birîn û di 5'ê Îlona 2010'an de hate darvekirin. Li girtîgehên Îranê bi sedan girtiyên jin ên ku dev ji têkoşîna azadiyê bernadin hene. Yek ji wan jî girtiya jin a kurd Zeynep Celaliyan e. Celaliyan dema ku ji bo jinan û gelê kurd têdikoşiya de 2008'an de li bajarê Kîrmanşahê bi îdiaya endama PJAK'ê ye hate girtin. Di 14'ê Çileya 2009'an de Dadgeha Şoreşê cezaya darvekirinê lê birî. Di Dadgeha Şoreşê de bêyî parêzer di encama danişîna 7 deqîqeyan de cezaya darvekirinê lê hate birîn. Cezaya darvekirinê ya ji bo êrêkirinê ji Saziya Înfazê ya Cezayê re hate şandin di Kanûna 2011'an de vegeriya cezaya muebetê.

Celaliyan a 7 sal in di Girtîgeha Abad Dîzelê di bin îşkenceyên giran de ye li hemberî van pêkanînan çend caran kete greva birçîbûnê. Nameya ku Celaliyan ji girtîgehê der barê şert û mercên jiyanê de ji Koma Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) re şandiye di Civîna Amedekariyê ya Heremî a Rojhilata Navîn ya ji bo 2'yemîn Konferansa Jinan a Cihanê tê lidarxistin de hate xwendin.

Di dadgeha çend deqe berdewam kir de bi gotina 'tu dijminê xwedê yî' biryara darvekirinê hate dayîn

Celaliyan di nameya xwe de got ku ew jineke Kurd a 31 salî ye girtiyeke siyasî ye, şert û mercên jiyanê ne baş e û ji ber îşkenceyan gelek nexweşiyan re rû bi rû maye.

Celaliyan di nameya xwe de daye diyarkirin ku ji bo parastina xwe parêzereke wê jî tune bûye û di encama dadgeheke çend deqeyan berdewam kiriye de jê re hatiye gotin "tu dijminê Xwedê yî ji ber vê yekê jî divê werî darvekirin." Celaliyan di nameyê de nivîsandiye ku beriya cezaya wê vegerînin cezaya muebetê xwestiye dayika xwe bibîne û dozger bi gotina "devê xwe bigire" daxwaza wê red kiriye.

'PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ ZEHMETIYAN JI MIN RE ÇÊDIKE'

Celaliyan di nameya ku rê kiriye de destnîşan kiriye ku ew rastî gelek îşkenceyan hatiye û wiha ev tişt aniye ziman: "Ji ber darbeyên li ser min xistine serê min diêşe. Çavake min êdî nabîne, ya din jî baş nabîne. Ji ber îltihabê gurcikên min diêşin. Ji ber pêkûtiyên psîkolojîk ên li girtîgehê û grevên birçîbûnê sîstema hezmkirinê de pirsgirêkan dijîm. Ev pirsgirêkên tenduristiyê zorê didin min."

JI KJAR'Ê JI BO AZADIYA HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR

Koma Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) a ku Zeynep Celaliyan name şand jî ji hemû şexs, rêxistin, sazî û tevgerên ku baweriya wan bi mafên mirovan heye, diparêzin û ji bo vê têdikoşin re bangawazî kir û xwest ji bo Celaliyan bikevin nava hewldanan.

Ji bo vê armancê KJAR'ê nameya Celaliyan ji civîna amadekariyê ya li Amedê tê lidarxistin re şand û xwest di vê mijarê de biryar bê girtin û ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên di bin îşkenceyên giran û tehdîda darvekirinê de banga têkoşîna hevpar kir.

ENCAMNAME WÊ PIŞTÎ ÇALAKIYA NOBETÊ BÊ AŞKERAKIRIN

Wê jin îro jî biçin Pirsûsê û çalakvanên nobetê ziyaret bikin. Wê encamnameya civînê li wir bê aşkerakirin.