Jinên Bedlîsê li himberî şîddetê meşiyan

Jinên Bedlîsê li himberî şîddetê meşiyan

Bi munasebeta roja 25’ê Mijdarê ku wekî roja lidijî şîddeta liser jinê tê zanîn, li Bedlîsê jinan meşek li darxistin.

Dibin pêşengtiya Tevgera Azad û Demokartîk ya Jinê DOKH de li ber avahiya platforma şaxê KESK’ê ya Bedlîsê bi sedan jin hatin cemhev.

Di meşê de bênavber duruşmên “ Destên dirêjî jinê bibin bila bişkin”, “Bê serok jiyan nabe”, “ Bijî serok Apo” hatin berzkirin. Herwiha di meşê de pankarta liser “ şîddeta liser jinê berdewam dike, em îsyan dikin û emê rawestînin” hatibû vekirin. Piştî meş bidawî bû li pêşiya mizgefta Ulu yê daxuyaniyek ya çapemeniyê hate lidar xistin.

Daxuyanî ji aliyê endama meclîsa jinan a BDP’ê Seval Karaçelik ve hate xwendin. Di daxuyaniyêde şîddeta liser jinê hate şermezar kirin, herwiha hate gotin ku, zext û şîdet bi hemû rengî liser jinê dinava zêdebûnê deye û destdirêjiyên liser zarokan gihiştine astek tirsnak. Karaçelik di daxuyaniyê de got: “ sala 2013’an bu sala ku li ser jinê hemû zext zêde bibin û dinava hemûyan dejî destê dewletê heye. ji bona wê pêwîste di 25’ê Mijdarê de dengê me hîn zêdetir bilind bibe.”

Piştî daxuyaniyê jinan bi stranan dîlan girtin. Girse piştî wê berbi avahiya BDP’a bajêrve bi duruşmên “ Bijî Serok Apo”, “ Kurdistan wê ji faşîzmêre bibe Goristan”, “ Bedlîs wê ji AKP’ê re bibe goristan” berz kirin û meşiyan.