Jinan li Nisêbînê îstîsmara cinsî protesto kirin
Jinan li Nisêbînê îstîsmara cinsî protesto kirin
Jinan li Nisêbînê îstîsmara cinsî protesto kirin
Platforma Têkoşîna li Hember Şîddeta li dijî Jinê, li Nisêbînê bûyera ku zaroka 14 salî rastî îstîsmara cinsî ya kesê bi navê P.Ç. hatiye şermezar kirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Merdînê jinên endamên Platforma Têkoşîna li Hember Şîddeta li dijî Jinê bûyera ku rojên borî zaroka 14 salî rastî îstîsmara cinsî ya kesê bi navê P.Ç. hatiye şermezar kirin. Di daxuyaniya ku li Parka Aştiyê hat dayîn de ligel gelek jinan, Hevseroka Rêxistina Nisêbînê ya BDP'ê Zînet Algan, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û aktîvîstên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê beşdar bûn. Di daxuyaniyê de ku dirûşmayên "Jin jiyan azadî" hatin gotin de , pankarta "Parastina tecawizkaran hevpariya ji tecawizan re ye, tacîz û tecawiz sûcê mirovatiyê ye, em ê li şûna sûcdaran şerm nekin" hat vekirin. Li ser navê platformê Sosyologa Navenda Jin a Gulşilav a Şaredariya Nisêbînê Sadiye Aksoy li herêmê zêdebûna îstîsmara cinsî ya li hember zarokan bi bîr xist û got ku zêdebûna tecawiz, tacîz û şîddeta li hember jinê ne tesadûf e û wiha got, "Tacîz û tecawiz li hember jinên ku li qadên cuda têkoşînê didin wek amûreke cezakirinê bi awayekî bi sîstem tê bikaranîn."
Aksoy di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li hember îstîsmara cinsî wê bêdeng nemînin û banga pêşxistina têkoşînê li jinan kir. Di dema daxuyaniyê de ji ber polîsan xwest ciwanekî ku piştgiriyê dide daxuyaniyê binçav bikin, aloziyeke kurt rû da. Di dema nerazîbûna gel de yê ciwan xwe ji nav destê polîsan xelas kir.