‘Jina kurd li dijî tundiyê têkoşînê dike'

‘Jina kurd li dijî tundiyê têkoşînê dike'

Li Ranyayê bi wesîleya 25' ê Mijdarê  Roja li Himber Tundiya li Ser  Jinê ji aliyê Rêxistina  Jinên  Azadîxwazên  Kurdistanê (RJAK) ve daxuyanînek di derbarê Roja Têkoşîna li Hember Tundiyê hat dayîn.

Li navçeya Silêmaniyê Jinên Kurd bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniya çapemeniyê  dan. Daxuyaniyê bi deqeyeke rêz girtinê dest pê kir. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Lava Alî ve hate xwedin. Daxuyaniya ku ji aliyê RJAK’ê  ve hatiye nivîsin de bal hate kişandin ser wateya rojê û wiha hate gotin; "Tundiya dijî jinan şermezariyeke mirovatiye û têkoşîn li hember tundiyê derkeke mirovahî, exlaqî û siyasî ye." her wiha li ser navê gêncanî başûr ya devera Ranya Semîr Celal Selîm jî daxuyaniya ku ciwanan  di derbarê roja têkoşîna li hember tundiya li ser jinê de nivîsîbûn xwend. Di vê daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tundiya li ser jinê û wiha got:" em weke Ciwanên welatparêz tundiya li ser jinê bi rêve diçe mehkûm dikin, di rojeke wiha de emdaxwaz li hemû rêxistin û tevgerên medenî ku kar bikin ji bo dawî li tundiya li ser jin were."

Di dirêjiya daxuyaniyê de jinên bi navê Esmer Resûl û Helîm Îsmaîl Mihemed nêrînên xwe di derbarê vê rojê de û di derbarê tundiya ku li ser jin bi rêve diçe û divê jina kurd çawa nêz bibe de nêrînên xwe anîne ser ziman û wiha gotin; " divê em bikarin ji malên xwe derkevin û li gel mêr têkoşîna xwe ya netewî bi rêve bibin, her wiha dema ku hinek mafên tekakesî ji jin re hate dayîn ev nayê wateya ku hemû jin azad bûne, pêwîste em jinên her çar perçeyên Kurdistanê bi hev re têkoşînê bi rêve bibin û azadiya xwe bi dest bixin."  

Di dawiya daxuyanî  helbestên  di derbarê jin de hatin xwendin.